
Wêjegeh
@hestxane
wêjeperest
ID: 1399730740401737729
01-06-2021 14:13:21
2,2K Tweet
1,1K Takipçi
1,1K Takip Edilen


... Keçik ji kerban wek çavên stêrikeke dur diricife Mîna gulleyekê ber bi birîndêr ve dipeke û bi zimanê dilobêjekê jê pirs dike: te ez ji şûtika xwe jî dawerivandim niha tu yê lêva birîna xwe bi çi şil bikî? Fatma Savci



Ji Çirav û Dihan Mangirtî yî di çirav û sibehan de Nîn e doxa nêtkirinê Tu vêsînî çiraya devê xwe Nîn e dewxa kitimbûnê Tu vedî bîra guhê xwe Em jî hesp bûn bira Hespên siwarên bê qamçî Mij, her tiştî dimije Ev jî selefa kewgirînê elîxan loran



Me bîra koçberiyê nedibir Me nedizanî bû Emê bi rondikên çava Slavên bi dizî bişînin Ji hev re gulîstana min Ka bêje Dilê te jî dike dipe dip Di wan kêliyên ku Li te difikirim?! Necat Baysal






Heyîn û neyîna min li ser zimanê Min, dikim û nakim, nikarim xwe Pênase bikim, jiber wê hingê kes Nîne bibe dermanê dilê min, tevzînokî dibe laşê min kes nîne Pênase bike, êşa dilê min? Dildar Pêşewa

Ji keskên dara dilê te Ji sorên du lêvên te Û ji zerên qada sînga te Bêhna welatê min tê AvjenArgeş
