Fatma Savci(@fatmasavci) 's Twitter Profileg
Fatma Savci

@fatmasavci

Nivîskar-helbestvan
Author-poet

ID:382664898

calendar_today30-09-2011 13:37:43

2,3K Tweets

7,0K Followers

1,6K Following

Reyhan Serhan(@SarhanReyh95329) 's Twitter Profile Photo

Bila îro helbest be navê rojê... ♥️Ji bo şerêfa rojê :))💜 Bi dilhelbestê re, di biharê de û bi helbestê Mizgîna me:)) 🍀 ( Mizgîn Ronak) 📚🍀🌼♥️

account_circle
Fatma Savci(@fatmasavci) 's Twitter Profile Photo

Hemî 'Cinên Girnewas' nas dikim, hevalên me yên zarokî bûn. Paşî em bixwe bûn 'cin' yên şeva ew vedişartin.🙂
Mesut Alp meselaya 'Cinên Nisêbînê' dibêje. Çi xweş bû ku min guhdarî kir, tiştekî wek nostaljiyê...

Cinên Nisêbînê youtu.be/QLYlavVNz3Y?si… via YouTube

account_circle
Fatma Savci(@fatmasavci) 's Twitter Profile Photo

Kurdbûn ji alîyekî ve bi şêweyên cuda yên têgeh, hêma û vegotinê ve tê dermirovkirin û ji alîyê din ve jî di ser “hovîtî”ya Zeynepê re tê seksualîzekirin
Derhumanîzasyon û seksualîzekirina kurdbûnê ya di vegotina dewlet edebîyat û sînemayê de berdewam..
ku.mondediplo.com/631

account_circle
Çidem Baran(@BaranCidem44476) 's Twitter Profile Photo

Fatma Savci, bi 'Bîrgeh' a xwe wargehek ji zimanê Kurdî re heyî kiriye û bi Dengê xwe paletiya xwe di wargeh de betal nake... Her ku ew diweste em mezintir dibin, xurttir dibin...

Fatma Savci, bi 'Bîrgeh' a xwe wargehek ji zimanê Kurdî re heyî kiriye û bi Dengê xwe paletiya xwe di wargeh de betal nake... Her ku ew diweste em mezintir dibin, xurttir dibin...
account_circle
Fatma Savci(@fatmasavci) 's Twitter Profile Photo

'Em ê ji nêzîkî ve binerin folklor bi çi rengî daxili nav helbesta modern a kurdî bûye?..'
wp.me/paouLG-aIf

account_circle
Fatma Savci(@fatmasavci) 's Twitter Profile Photo

Nûjîn Onen xan sirûdek nivîsiye li ser çûyinê. Min wek dilobêjekê jî xwend.
Çi şîneke tîr, bi zimanekî xwerû...
botantimes.com/siruda-cuyine/

account_circle
Fatma Savci(@fatmasavci) 's Twitter Profile Photo

Nivîskar Seywan Saedian 'Zebra'nivîsiye, Runak Resulpur wekî her car bi hunera xwe ya delal, dilê me bijandiye çîrokê. Sihet xweş!🪻❤️

Wergêra kurmancî jî ya Mizgîn e, pirtûka yekem e ku bi wergera wê hatiye çapkirin. Dest xweş!🪻🌹

Û Beybûn ji delala me Reyhan Serhan in❤️🌻

Nivîskar Seywan Saedian 'Zebra'nivîsiye, Runak Resulpur wekî her car bi hunera xwe ya delal, dilê me bijandiye çîrokê. Sihet xweş!🪻❤️ Wergêra kurmancî jî ya Mizgîn e, pirtûka yekem e ku bi wergera wê hatiye çapkirin. Dest xweş!🪻🌹 Û Beybûn ji delala me Reyhan Serhan in❤️🌻
account_circle
Sînemaya Serbixwe(@Sinemaserbixwe) 's Twitter Profile Photo

Belgefîlmê derhêner Fatma Çelîkê yê “Kezî” û kurtefîlmê derhêner Ozlem Gulerê yê “Li Ezmênî” di 20ê mehê de dê li bernameya ‘Rojên Kurtefîlman a Habbeyê’, li Nar Sanatê (Dîlok) bêne nîşandayîn. Destpêka nîşandayîna fîlman: 19.30 Nar Sanat Derneği

Belgefîlmê derhêner Fatma Çelîkê yê “Kezî” û kurtefîlmê derhêner Ozlem Gulerê yê “Li Ezmênî” di 20ê mehê de dê li bernameya ‘Rojên Kurtefîlman a Habbeyê’, li Nar Sanatê (Dîlok) bêne nîşandayîn. Destpêka nîşandayîna fîlman: 19.30 @NarSanatDernegi
account_circle
Dilda(@royem_lulum) 's Twitter Profile Photo

Pelekî bê biryar, avê dialêse
Av rûyê xwe jê diguhere
Diherike pel, bi xewnê ve hil’dikişe
Kevirekî ji avê, li ser dilê pel
Û pel bi giranîya heyamekê diherike.

Eyşana Beravi 🌸

Pelekî bê biryar, avê dialêse Av rûyê xwe jê diguhere Diherike pel, bi xewnê ve hil’dikişe Kevirekî ji avê, li ser dilê pel Û pel bi giranîya heyamekê diherike. @beravieysan 🌸
account_circle
Fatma Savci(@fatmasavci) 's Twitter Profile Photo

Ho qesirbenda qenc! Welatên xweşik bi rohniyê ava dibin, bi bîreweriyên pak.
Tu yê li nofên qulingên koçber neyê! Tu yê nehewise li ser axa ku xelkê wê stêrik jibîr kirine û pencereyên xwe li ber tîrêjên rojê girtine...

account_circle
Fatma Savci(@fatmasavci) 's Twitter Profile Photo

Dilo!
Ku nêrgiz vê berbangê li me nehilin,
û ezman li ser pelên spîndaran,
neynikeke zîvîn,
ji ruyê me yên qemer re çênekin
loma meke,
Naxwe vîjdan,
kaniya helbesteke şaş e
û bizane,
Li ser rihê zemên,
ji qedera me re,
ayetên hezar enfalan xwendine,

account_circle
Fatma Savci(@fatmasavci) 's Twitter Profile Photo

Gul û gulle kêm nabin ji vê xakê,
Dibe ku niha di riya heskîfê de
Guleya leşgerekî tirk
Dilê min î kovî hez bike
Tiving bi cezba evînê bikeve
Laşê min axê careke din maçî bike
Lê nizanim gelo wê li şuna min
Peyveke kurdî şîn bibe?

account_circle
Zana Farqînî(@Farqiniz) 's Twitter Profile Photo

Ez li hin nîqaşan heyirî dimînim ku kurdbûneke bêyî kurdî tê parastin.

Encama ez jê derdixim ev e:
duh ez kurd bûm,
îroj ez bi esilê xwe kurd im (ziman ji dest daye),
sibehê ez hest bi kurdbûna xwe nakim (hesta aîdbûnê çûye).

Hûn xêr ji bazara xwe bibînin!

account_circle
Fatma Savci(@fatmasavci) 's Twitter Profile Photo

Em demên dirêj ji tam û xweşiya serkeftinan bêpar man. Dawiya xwestek û gîhiştina serkeftinan xêr e, ronayî ye...

Spas !

account_circle
BerfînZenderlîoğlu🦋❄️(@BerfinZenderlio) 's Twitter Profile Photo

Bi saya temaşewan û şanohez me Şermola Performans li Batmanê Dîwan Academy vekir
Îro jî tovên ku me avêtin şîn bû
Lîstika bi derhênertiya min ve îro-16.00 li Diwanê bi ekîbek qerebalix we dê were lîstin
Sêwirînerê proje Mɪ̂ʀᴢᴀ Mᴇᴛɪ̂ɴ
Berhewkar Yakup Selimoğlu kenan demir

Bi saya temaşewan û şanohez me @SermolaPerfrmns li Batmanê Dîwan Academy vekir Îro jî tovên ku me avêtin şîn bû Lîstika #Rîtuelîstik bi derhênertiya min ve îro-16.00 li Diwanê bi ekîbek qerebalix we dê were lîstin Sêwirînerê proje @mirzametin Berhewkar @yakup_selimogl @mamogiyan
account_circle