Zinarê Xamo-زنارێ خامۆ (@zinarexamo) 's Twitter Profile
Zinarê Xamo-زنارێ خامۆ

@zinarexamo

Zinarê Xamo, ji Wêranşarê.

ID: 811618628

linkhttp://zinarexamo.blogspot.se/ calendar_today08-09-2012 20:11:08

30,30K Tweet

14,14K Followers

860 Following

Zinarê Xamo-زنارێ خامۆ (@zinarexamo) 's Twitter Profile Photo

Sefîrê Amerîkayê yê Anqerê li ser leşkerê amerîkî yê çend tirkan li Îzmîrê girtin û tûr xistibûn serî wî beyanek daye. Beyaneke zêde zêde maqûl e, ji ber girtina êrîşkaran sipasî berpirsiyaran hatiye kirin. Beyaneke tam li gorî dilê tirka ye. rudaw.net/kurmanci/middl…

Zinarê Xamo-زنارێ خامۆ (@zinarexamo) 's Twitter Profile Photo

Piraniya tirkan bi çavê dijmin li kurdan dinêrin, ji kurdan nefret dikin. Viya em giş zanin. Lê bi taybetî jî ji kurdên başûr û rojavbayê Kurdistanê pir diqeherin, nefreta ji wan gelkî zêdetir e. Tirkiye çima hewqas zulmê li kurdên Kurdistana Federe dike? zinarexamo.blogspot.com/2024/09/tirkiy…

Zinarê Xamo-زنارێ خامۆ (@zinarexamo) 's Twitter Profile Photo

DÎAKURD´ê ji bo ku kurdên Kurdistana Bakur mafên xwe yên netewî bigrin, xwe îdare bikin, bi riya abûqatên xwe serî li Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî daye û daxwaz hatiye qebûlkirin. DÎAKURD´ê karekî tarîxî û pir muhîm kiriye zinarexamo.blogspot.com/2024/09/diakur…

Zinarê Xamo-زنارێ خامۆ (@zinarexamo) 's Twitter Profile Photo

Ji bo însên tiştê herî baş û bi fêde meşxîlîyet e, dibê meriv karekî bike, bi tiştekî mijûl be. Tembelî, bêkarî meriv nexweş dixîne, umrê meriv kin dike. Meriv bi tiştekî mijûl be, meriv nakeve fikrên kûr. Hesinê bixebite zengê nagire.

Zinarê Xamo-زنارێ خامۆ (@zinarexamo) 's Twitter Profile Photo

-Însan çiqasî hindik bifikire, hewqasî zêde dipeyive. Delîlê cahiliyê yê herî mezin ev e. Montesquieu -Talûke berê êsîrketin bû.Talûkeya pêşerojê jî robotbûn e. Erich Froman -Civata fîlozofan nikanîbûye şiyar bike, fêlbaz(şarlatan) ewê bixapînin.

Zinarê Xamo-زنارێ خامۆ (@zinarexamo) 's Twitter Profile Photo

Ez nuha rastî vê nivîsa xwe ya 7 sal berê hatim. Nedihat bîra min,min ev nivîs nivîsîye.Nivîseke îro jî aktuel e.Min jê hez kir,lema careke din parve dikim Nivîs li ser "bêçaretiya fêrbûyî" ye. Gava bawrî nemîne benekî xav jî dibe qeyd û merbendeke naqete zinarexamo.blogspot.com/2017/09/gava-b…

Zinarê Xamo-زنارێ خامۆ (@zinarexamo) 's Twitter Profile Photo

Lîstikvanê taximê Kocaelîsporê Ahmet Oguz li ser maça Amedsporê û Kocaelîsporê gotiye: Bawerîya meriv bi hev neyê meriv ji hev dûr dikeve zinarexamo.blogspot.com/2024/09/baweri…

Zinarê Xamo-زنارێ خامۆ (@zinarexamo) 's Twitter Profile Photo

Sosireta giran, ji dêlî "Hûn bi xêr hatin Batmanê" binivîsin, "hûn bê xêr hatin Batmanê" nivîsîne. Heger beledîyeke me nizanibe gotineka kurdî rast binivîse şermeke mezin e.Meriv şaşiyeke hewqasî pêkenok nake. Dibê li her belediyê kesekî kurdîzan hebe.Her tabele rast were nivîsîn

Zinarê Xamo-زنارێ خامۆ (@zinarexamo) 's Twitter Profile Photo

Li dewletên welatê me dagirkirine yekê jî edalet tune ye Ne ji bo me kurdan tenê tune ye,rewşa wan ji ya me baştir be jî,ji bo miletên wan welatan jî edalet tune ye. Dewleta edalet lê tunebe tu ferqa xwe ji çeteyekî mezin tune ye.Dewletên dagirkerên welatê me îspata vê rastiyê ye

Zinarê Xamo-زنارێ خامۆ (@zinarexamo) 's Twitter Profile Photo

-Sirrê azadiyê perwerdekirina însên e, sirrê zulmê jî cahlhîştin e. Ji bo wê ye dagirkerên welatê me însanan cahil dihêlin, nahêlin însan bi pêş kevin, rastiyê fêr bibin. Kursiya wan, rejîma wan girêdayî însan cahil bimînin. Maximilien Robespierre

Zinarê Xamo-زنارێ خامۆ (@zinarexamo) 's Twitter Profile Photo

-Du babet însan hene: Yên dixwazin bizanibin, fêr bibin û yên bawer dikin. Friedrich Nietzche Dibê meriv bi koranî tu tiştî qebûl neke, neparêze. Yê meriv bi pêş dixîne fêrbûne, zanîn e.

Zinarê Xamo-زنارێ خامۆ (@zinarexamo) 's Twitter Profile Photo

Serbest Ferhan Sindî farisî û kurmancî tevhev kiriye, navê kera me kiriye "xer".Bi farisî ji kerê ra dibêjin ”xer”,bi kurmancî dibêjin KER ! Dinya jî xera bibe em navê kera xwe nakin ”xer”!  Ji kerema xwe navê kera me rast bibêjin! Navê kera me xera nekin zinarexamo.blogspot.com/2024/09/nave-k…

Zinarê Xamo-زنارێ خامۆ (@zinarexamo) 's Twitter Profile Photo

Nabêna  serokê Tirkiyê Erdogan û serokê Misrê Sîsî pir baş bûye, biratiya wan ji nuh va desdt pê kiriye. Ji bo Erdogan do ji Sîsî ra çi gotibû qet ne muhîm e zinarexamo.blogspot.com/2024/09/ji-bo-…

Zinarê Xamo-زنارێ خامۆ (@zinarexamo) 's Twitter Profile Photo

Li Swêd demsal şaşomaşo bûne, havîn bi paş da hat. Di vê mehê da Stockholm bûye wek Amedê. Do li bajarê Helsîngborgê 31,1 derece germ bû. Tiştekî ne normal e. Li Swêd demsal şaşomaşo bûne zinarexamo.blogspot.com/2024/09/li-swe…