mehmet zahir kayan (@zahirkayan) 's Twitter Profile
mehmet zahir kayan

@zahirkayan

ji EŞQÊ dûr, nêzîkî XEMÊ me, tu jî dizanî ku XEM GEM e...

ID: 2172888697

calendar_today03-11-2013 22:08:54

1,1K Tweet

2,2K Takipçi

2,2K Takip Edilen

mehmet zahir kayan (@zahirkayan) 's Twitter Profile Photo

"....hewes dixapîne Sêvanoka dil bi coş û cezbeyê/ diçim tewafê, sînga te Ateşgedaya hebûnê ye/ lew mêrgezer be jî ew 'der', qest û mebesta dil Şerab e...."

mehmet zahir kayan (@zahirkayan) 's Twitter Profile Photo

"...siya gogerçînê bişkivî di zikê bêtonê de, min hew dît ji dilê min re bu hêlekan baskên 'Wê'..." "...her gotinên min ezel-ebed dixwaze bibe newşe, lê hê pêçiyên min nebûne xeradê qelemê, ew qelema ku nikulê wê di dilê herfan de bi ruhê Rîmbaûd diçerixe, dimilmile..." m.z.k

"...siya gogerçînê bişkivî di zikê bêtonê de, min hew dît  ji dilê min re bu hêlekan baskên 'Wê'..."

"...her gotinên min ezel-ebed dixwaze bibe newşe, lê hê pêçiyên min nebûne xeradê qelemê, ew qelema ku nikulê wê di dilê herfan de bi ruhê Rîmbaûd diçerixe, dimilmile..."

m.z.k
mehmet zahir kayan (@zahirkayan) 's Twitter Profile Photo

"....DAR jî pîr(kal) dibe, kevir jî, hesin jî, pola jî; Kurd ji dara pîr bûyî ra KUTÎK; ji kevirê pîr re, TELTEKEVIR; ji hesinê pîrbûyî re, ŞELTEZENGÎ; ji polayê pîr re jî, ŞIVKA TEMIRÎ dibêje, we got erê..." 😊😊😊 m.zahir kayan

"....DAR jî pîr(kal) dibe, kevir jî, hesin jî, pola jî; Kurd ji dara pîr bûyî ra KUTÎK; ji kevirê pîr re, TELTEKEVIR; ji hesinê pîrbûyî re, ŞELTEZENGÎ; ji polayê pîr re jî, ŞIVKA TEMIRÎ dibêje, we got erê..."
😊😊😊
m.zahir kayan
mehmet zahir kayan (@zahirkayan) 's Twitter Profile Photo

"....qewmê newşeyê(şiîrê), mubteleyê nexş û nemûşê ye jî; her tim dibêjim, rengên herî muhteşem, ne rengên tabloyekê ye, reng û ahenga ku bi peyvan tê honandinê, a ew peyv dikarin rengên herî bi TEYS û bi NEXŞ îcad bikin...." m.zahir kayan

"....qewmê newşeyê(şiîrê), mubteleyê nexş û nemûşê ye jî; her tim dibêjim, rengên herî muhteşem, ne rengên tabloyekê ye,  reng û ahenga ku bi peyvan tê honandinê, a ew peyv dikarin rengên herî bi TEYS û bi NEXŞ  îcad bikin...."

m.zahir kayan
mehmet zahir kayan (@zahirkayan) 's Twitter Profile Photo

GATA(kesera Ebedî) ".....kî dikare ji min re bibêje BASKÊN TE TUNE ye, vaye xwedî welatekî bihiştî me ez/ lew her çiyayekî min xelateke Xuda ye bi nexş û rez...." m.zahir kayan

GATA(kesera Ebedî)
".....kî dikare ji min re bibêje BASKÊN TE TUNE ye, vaye xwedî welatekî bihiştî me ez/ lew her çiyayekî min  xelateke Xuda ye bi nexş û rez...."

m.zahir kayan
mehmet zahir kayan (@zahirkayan) 's Twitter Profile Photo

'TAR'(eşq ha eşq) "....Meyla xwe daye 'Mewla'; ji dil dibêje; eşq ha eşq/ Canê xwe daye 'Yara Evla'; ji dil dibêje, eşq ha eşq...." m.zahir kayan

'TAR'(eşq ha eşq)

"....Meyla xwe daye 'Mewla'; ji dil dibêje; eşq ha eşq/ Canê xwe daye 'Yara Evla'; ji dil dibêje, eşq ha eşq...."

m.zahir kayan
mehmet zahir kayan (@zahirkayan) 's Twitter Profile Photo

RÛBAÎ kî bê guneh e ey sefîl, netirse ji gunehan/ rake perdeya tirsê, vekişe ji siya xewnan/ mêze bike, çi bedewek bi pesna ye ev alem/ kesê 'Arif' dilê xwe şên dike bi Eqlê Dînan m.zahir kayan

RÛBAÎ

kî bê guneh e ey sefîl, netirse ji gunehan/ rake perdeya tirsê, vekişe ji siya xewnan/ mêze bike, çi bedewek bi pesna ye ev alem/ kesê 'Arif' dilê xwe şên dike bi Eqlê Dînan

m.zahir kayan
mehmet zahir kayan (@zahirkayan) 's Twitter Profile Photo

"...ez îro hatime hêwirîme li Weşanxaneya xwe ya MUHTEŞEM, ya bi navê NÛBIHAR; îro ez û Kek Suleyman, emdê çay bi Mewûjan vexwin...." m.z.k

"...ez îro hatime hêwirîme li Weşanxaneya xwe ya MUHTEŞEM, ya bi navê NÛBIHAR;  îro ez û Kek Suleyman, emdê çay bi Mewûjan vexwin...."

m.z.k
mehmet zahir kayan (@zahirkayan) 's Twitter Profile Photo

"...samîmiyet, dilnizmî, JIDILÎ nayê hînkirinê, ev feraset, ev xezîne di nav hevîrê însên de heye, a kek Suleyman şexsiyetekî wisa ye; dostaniya wî, JIDILIYA wî, kenê wî dilê mirov germ dike, mirov xwe ber bi sohbeta hevalbendiyê ve dikêşe, tu her hebe heyran..." m.zahir kayan

"...samîmiyet, dilnizmî, JIDILÎ  nayê hînkirinê, ev feraset, ev xezîne di nav hevîrê însên de heye, a kek Suleyman şexsiyetekî wisa ye; dostaniya wî, JIDILIYA wî, kenê wî dilê mirov germ dike, mirov xwe ber bi sohbeta hevalbendiyê ve dikêşe, tu her hebe heyran..."

m.zahir kayan
mehmet zahir kayan (@zahirkayan) 's Twitter Profile Photo

"....du ling, dikêşe barê hemû gewdeyê/ du çav, minecimiyê dike ji bo dil û ruh/ ziman qelem e, dev KE'BEYA DERÛNÊ ye/ helbet Mîr e serî, helbet siltan e feraset/ însan mexlûqekî muema ye, wê tu car nizanibe ji ku hatiye û wê ber bi ku ve here...." m.zahir kayan

"....du ling, dikêşe barê hemû gewdeyê/ du çav, minecimiyê dike ji bo dil û ruh/ ziman qelem e, dev KE'BEYA DERÛNÊ ye/ helbet Mîr e serî, helbet siltan e feraset/ însan mexlûqekî muema ye, wê tu car nizanibe ji ku hatiye û wê ber bi ku ve here...."

m.zahir kayan
mehmet zahir kayan (@zahirkayan) 's Twitter Profile Photo

"....ji derveyî qurrebûnê, hesûdiyê, an jî, ji derveyê pêşhukmiyek şexsî, birastî ez ji NEWŞEYA(şiîr) dinyayê û ya Rojhilata Navîn ya MODERN hez nakim, ji ber vê yekê ye, jinû ve reh û şaxên newşeya xwe dirêsim û NEWŞEYEK NÛ û Kurdewar ava dikim...." m.zahir kayan

"....ji derveyî qurrebûnê, hesûdiyê, an jî, ji derveyê pêşhukmiyek şexsî, birastî ez ji NEWŞEYA(şiîr) dinyayê  û ya Rojhilata Navîn ya MODERN hez nakim, ji ber vê yekê ye, jinû ve reh û şaxên newşeya xwe dirêsim û NEWŞEYEK NÛ û Kurdewar ava dikim...."

m.zahir kayan
mehmet zahir kayan (@zahirkayan) 's Twitter Profile Photo

beyît... "....ji yarê sar nebe tu, kî ewqas bê hezkirinê dibe qehar/ ji hezê jî sar nebe tu, kî ewqas ji HEZÊ hez bike dibe neyar...." m.zahir kayan

beyît...

"....ji yarê sar nebe tu, kî ewqas bê hezkirinê dibe qehar/ ji hezê jî sar nebe tu,  kî ewqas ji HEZÊ hez bike dibe neyar...."

m.zahir kayan
mehmet zahir kayan (@zahirkayan) 's Twitter Profile Photo

JI BO WAN... dilê wan di destê wan de bû azadiya wan li ser milê wan bû hatin ji jor ve di yek rêzekê de, îmana wan di DILÊ wan de bû/ wax mechûl im ez, tengezar im ez, lew îro li xeyalekê temaşe dikim ez m.zahir kayan

JI BO WAN...

dilê wan di destê wan de bû
azadiya wan li ser milê wan bû
hatin ji jor ve di yek rêzekê de,
îmana wan di DILÊ wan de bû/

wax mechûl im ez, tengezar im ez,
lew îro li xeyalekê temaşe dikim ez

m.zahir kayan
mehmet zahir kayan (@zahirkayan) 's Twitter Profile Photo

stêrk vemirîn di hewşa min ya terenumî de/ were, destê xwe bide ser dilê min, lew dicemide derûn li min/ ji ruhustîn na, ji kateka ku bê te derbas bibe ditirsim ey can, li ku yî tu, bibexşîne, li li kîjan alemê yî tu m.zahir kayan

stêrk vemirîn di hewşa min ya terenumî de/ were, destê xwe bide ser dilê min, lew dicemide derûn li min/  ji ruhustîn na, ji kateka ku bê te derbas bibe ditirsim ey can, li ku yî tu, bibexşîne, li li kîjan alemê yî tu

m.zahir kayan
mehmet zahir kayan (@zahirkayan) 's Twitter Profile Photo

YAR LI WIR BÛ YAR... "....cîhê arifan û meczûban e meyxane, dîsa jî mestbûn ne mexseda wî bû, lê ji Meyê mest bû, çimkî YAR li wir bû yar/ qesta wî mehşera li meyxaneyê bû, ne Mey bû , lê bi Meyê mest bû, çimkî YAR li wir bû yar...." m.z.k

YAR LI WIR BÛ YAR...

"....cîhê  arifan û meczûban e meyxane, dîsa jî mestbûn ne mexseda wî bû, lê ji Meyê mest bû, çimkî YAR li wir bû yar/ qesta wî mehşera li meyxaneyê bû, ne Mey bû , lê bi Meyê mest bû, çimkî YAR li wir bû yar...."
m.z.k
mehmet zahir kayan (@zahirkayan) 's Twitter Profile Photo

"....ezê berhema xwe ya nû bighînime fûara 2025'an, hindik ma ku dosyaya xwe teslîmî Weşanxaneya Muhteşem, NÛBIHARÊ bikim; Xuda tu newşekarî bê weşanxane nehêle, ez bi xwe pir şanaz im, ku xwedî weşanxaneyeke pir xweşik im..." m.z.k

"....ezê berhema xwe ya nû bighînime fûara 2025'an, hindik ma ku dosyaya xwe teslîmî Weşanxaneya Muhteşem, NÛBIHARÊ bikim; Xuda tu newşekarî bê weşanxane nehêle, ez bi xwe pir şanaz im, ku xwedî weşanxaneyeke pir xweşik im..."

m.z.k