Mem (@simbelsor_) 's Twitter Profile
Mem

@simbelsor_

Bijî Kurdistan Bimre koledarî

ID: 1466022336675647496

calendar_today01-12-2021 12:32:25

103 Tweet

210 Takipçi

196 Takip Edilen

Mem (@simbelsor_) 's Twitter Profile Photo

Çaxa min xwe dît li vê dinê Her tim li min belaye Xweda ma qey kesek tune Ji xêynî min li vê dunyayê Çi dinyakî derewîne Çima dawî lênayê

Mem (@simbelsor_) 's Twitter Profile Photo

Bi pilingê pêşî re şîyar dibin. Têhn vedide l`lûlan ji teqînê. Stran dikevin pêlên xuşînê, şer dîne, şervan dîne çarmêrkî rûniştî di bin berfê de Ev çiya rûspî ne, heyran!

Mem (@simbelsor_) 's Twitter Profile Photo

Ey welat ez can fidayê, deşt û zozanê te me Can fidayê av û dehl û bax û bîstanê te me Sûnd û peyman bî, li ser min, dê te parêz kim welat Xwîna narincî birêjim, merdê pêwanê te me

Mem (@simbelsor_) 's Twitter Profile Photo

Dilo jar im dilo jar im dilo jar Ji dest min şûşa namûsê kete xwar Hemû dibên tu bê nav û bê ar î Ê ku aşiq e çi bike bi nav û ar BABA Tahirê Uryan

Mem (@simbelsor_) 's Twitter Profile Photo

Dilekî min heye kirîyarê evînê Ji ber vê geş e bazara evînê Min ji bejna dilê xwe ra kirasek dirût Ji tayê zehmetiyê ji lûfê evînê

Mem (@simbelsor_) 's Twitter Profile Photo

چاوم تاریکە، دڵم بێخولیا لێم گەڕێن بۆ خۆم تەنیا بم، تەنیا وەکوو بیرێکی فەرامۆشکراو کە یەک پشکەئاو نەبێ لە بنیا. نیشتمانی من شانیشتمان بوو، ئاخ، سەدەی پیتڕۆڵ ئاخ، گاز و کیمیا! ئاخ چییان لێ کرد: تەرەسی عۆجە و گای بنەی خۆیی و گەوادی دنیا!

Mem (@simbelsor_) 's Twitter Profile Photo

Biçim ez ji vê alemê bider çim Biçim ji çîn û Maçînê dûrtir çim Ez ê j’dildar re peyamkê bişînim Ku ger dûrî xweş e ez ê dûrtir çim

Mem (@simbelsor_) 's Twitter Profile Photo

Li hezê digerim bi dilekî mişt hez Nebînim, bi ser ve nebim jî ez Ez ê ji dû venegerim Li hezê digerim, hezeke wusa: Safî, sebîl ne miqabili tiştekî û henûn henûn, mîna ya mindalekî: Dibînim heza berxikê l’ dû makê Dinêrim li çivîkê hêlîn li ber helakê!

Mem (@simbelsor_) 's Twitter Profile Photo

ne tu bî hezê çawa li ferhengê zêde bikim? peyvê çawa ji evdêl deyn bikim? kaniya ji nû ve zayî me, dikim zêde bibim û biherikim berûbahrekê

Mem (@simbelsor_) 's Twitter Profile Photo

Westiyam li ber evrazeke şil Qane bûm bi bîranînek tisî Naxwazim helbesta bes bixwînin Wendabûm li nav rûpelên romanan. çiyayên dilsoz beravêtin ji kerba Li kolanên bajarên serxweş evdal im Gotinên kal li bejnûbala min nayên Werin dilê min jî parvekin Xiyalên min besî min e!

Mem (@simbelsor_) 's Twitter Profile Photo

Dilo jar im dilo jar im dilo jar Ji dest min şûşa namûsê kete xwar Hemû dibên tu bê nav û bê ar î Ê ku aşiq e çi bike bi nav û ar

Mem (@simbelsor_) 's Twitter Profile Photo

Herdu çavên te du bexçê sewlîyê Di siya wan de hero ez rûdinim Digirîn aşiq ji ber jana evîn Ez ji işqa te bi kêf im dikenim Yê dibê işq dojeh e bawer neke Ez bi işqê li bihişta Aden im