Rênas Jiyan (@renasjiyanrenas) 's Twitter Profile
Rênas Jiyan

@renasjiyanrenas

ID: 2794555003

calendar_today06-09-2014 18:41:22

476 Tweet

7,7K Takipçi

35 Takip Edilen

Qurmîçîye🪐 (@jahree77) 's Twitter Profile Photo

Gataya Bextewariyê Di dema xwendina helbestê de ez ewqas hestiyar dibim ku ez nikarim bixwînim jî, ez meraq dikim nivîskar dema we ew nivîsand, we çawa hîs kir, Gataya Bextewariyê dilê gelek kesan dihejîne dilê wan dilerizîne! Rênas Jiyan

Zerê Botansdotter 🌼𝕏 (@zerebotan) 's Twitter Profile Photo

ji bo bejna min ne dirêjtir an jî kintir e, ji bo rengê canê min ne boztir an jî esmertir e, ji bo çevên min ne mezintir, an jî bêvila min ne biçûktir e, min bi xwe û xwedê re şerr kir min xwedê bêminnet kir min ji te hez kir ez bûm yekî kafìr... / min ji te hez kir mirina ku

ji bo bejna min ne dirêjtir an jî kintir e, 
ji bo rengê canê min ne boztir an jî esmertir e, 
ji bo çevên min ne mezintir, an jî bêvila min ne biçûktir e, 
min bi xwe û xwedê re şerr kir min xwedê bêminnet kir
min ji te hez kir
ez bûm yekî kafìr... 
/
min ji te hez kir
mirina ku
Rênas Jiyan (@renasjiyanrenas) 's Twitter Profile Photo

ji bo xwe bikujin li ber xelkê digerin dijminê xwe bi BAVê xwe nadin ew kirine xwedayê xwe KURTaja kurdî bi destê xwedî... QÛLê DIJMINê xwe ti carî AZAD nabe #Tedkoleji #Otoasîmîlasyon #Asîmîlator

Rênas Jiyan (@renasjiyanrenas) 's Twitter Profile Photo

Kenê te ax kenê te; kêfa kirîna pêlîstokeke zarokan e! Çefiya te ax çefiya te; al e, ezman e! Rûyê te ax rûyê te; Kurdistan e, berfa serê zozanan e! Wek ez zozanekî biramûsim têm rûyê te Hektorê min î kurdistanî Lehengê min î vî zemanî Bi rêzdarî... #HaciLokmanBirlik

Kenê te ax kenê te; kêfa kirîna pêlîstokeke zarokan e!
Çefiya te ax çefiya te; al e, ezman e!
Rûyê te ax rûyê te; Kurdistan e, berfa serê zozanan e!
Wek ez zozanekî biramûsim têm rûyê te
Hektorê min î kurdistanî
Lehengê min î vî zemanî

Bi rêzdarî...
#HaciLokmanBirlik
Rênas Jiyan (@renasjiyanrenas) 's Twitter Profile Photo

Dixwazin tiştê anîn serê elewî û durziyan li Helebê bînin serê kurdên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê. Hûn, ên azadî û xweseriya kurdan naxwazin, hûn ê têk herin Werin Em bi şev dikevin erdê, qir in Em simirmir in Wek axa Xwedê pir in Em teyrê sîmir in Nemir in Em di dilê Xwedê de sir in

Rênas Jiyan (@renasjiyanrenas) 's Twitter Profile Photo

Divê dewlet kujeran neparêze û dozê bincilik neke. Rojîn çûbû zanîngehê bixwîne. Bi hêvî bû, bi kelecan bû, ciwan bû, delal bû. Dest avêtinê û ew kuştin û avêtin behrê. Bi temama ava behra Wanê hûn bişon jî gunehên we nayên paqijkirin. #RojînKabaîş

Rênas Jiyan (@renasjiyanrenas) 's Twitter Profile Photo

Muzîkjen li amûrê dixe, gava mirov li zarokekê dixe ew zarok digirî; gava pirtir lê dixe ew zarok îcar diqîre; wê çaxê muzîkjenî êşandin e muzîkjen canê amûrê diêşîne, dengê amûrê girî ye, amûrjen amûrê digirîne. Divê muzîkjen xweş li amûrê bixe yan na dikare amûrê bikuje.

Muzîkjen li amûrê dixe, gava mirov li zarokekê dixe ew zarok digirî; gava pirtir lê dixe ew zarok îcar diqîre; wê çaxê muzîkjenî êşandin e muzîkjen canê amûrê diêşîne, dengê amûrê girî ye, amûrjen amûrê digirîne. Divê muzîkjen xweş li amûrê bixe yan na dikare amûrê bikuje.
Rênas Jiyan (@renasjiyanrenas) 's Twitter Profile Photo

Denîz Undav tu hêja yî. Ji êrîşa Fenerbahçe ya li ser Deniz Undavê kurd ê lîstikvanê Stuttgardê xuya bû ku gerek kurd taximên tirkan negirin, ji ber ku ew kurdan temsîl nakin. Kela dilê me ne wekhev e, kelecana ruhê me ne wekhev e, hezkirina bi derewan.

Denîz Undav tu hêja yî.
Ji êrîşa Fenerbahçe ya li ser Deniz Undavê kurd ê lîstikvanê Stuttgardê xuya bû ku gerek kurd taximên tirkan negirin, ji ber ku ew kurdan temsîl nakin. Kela dilê me ne wekhev e, kelecana ruhê me ne wekhev e, hezkirina bi derewan.
Brahîmê Alûcî براھیمێ ئالووجی (@brahimaluci) 's Twitter Profile Photo

Ew neynik pîr-pîvan e. Mirov bike û neke nikare xwe ji karê bavê xwe bişo, birako. ... em mezin bûn lê bê zaroktî, qirdo. ...bêxwedî mabû li wî beyarî, Jixwe ew derb derba xwediyan bû, Hêjayî xwendinê ye... Rênas Jiyan Rênas Jiyan Weşanên Belkî Weşanxane Belkî

Ew neynik pîr-pîvan e.

Mirov bike û neke nikare xwe ji karê bavê xwe bişo, birako.

... em mezin bûn lê bê zaroktî, qirdo.

...bêxwedî mabû li wî beyarî,

Jixwe ew derb derba xwediyan bû, 

Hêjayî xwendinê ye...

Rênas Jiyan
<a href="/renasjiyanrenas/">Rênas Jiyan</a> 

Weşanên Belkî
<a href="/WesanxaneBelki/">Weşanxane Belkî</a>
Rênas Jiyan (@renasjiyanrenas) 's Twitter Profile Photo

Gava ez li Lazistanê li sirgûnê bûm te her hefte telefonî min dikir. Bîna min bi kenê te derdiket ku wek qorîna qulingan bû. Hevalê baş, birayê baş, helbestkarê baş Arjen Arî Tu zanî hîn jî ez bawer nakim tu miriye, erê bi Xwedê. Li wir be, bi derekê de nere, em ê giş bên cem te.

Gava ez li Lazistanê li sirgûnê bûm te her hefte telefonî min dikir.
Bîna min bi kenê te derdiket ku wek qorîna qulingan bû.
Hevalê baş, birayê baş, helbestkarê baş
Arjen Arî
Tu zanî hîn jî ez bawer nakim tu miriye, erê bi Xwedê.
Li wir be, bi derekê de nere, em ê giş bên cem te.
Rênas Jiyan (@renasjiyanrenas) 's Twitter Profile Photo

Wek her miletî mafê kurdan jî dewletbûn e, ji ber wê divê kurd ti carî ji xweseriyê bi şûn de nerin; û divê dewletên serdest jî bi vêya bişêkirin, spasdar bin, ne êrîşkar. 1ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz be.

Rênas Jiyan (@renasjiyanrenas) 's Twitter Profile Photo

Bîrdoziya mirov hebe baş e, bîrdozî bergehekê dide mirov, sincekê dide mirov. Sosyalîstên kurd ên welatparêz hene lê gelek sosyalîstên kurd mixabin li xwe danînin bi kurdî bipeyivin û binivîsin, sosyalîzmê ji kurmancî û Kurdistanê mestir dibînin. Çi heyf!Çi sosyalîzm û çi hal!?