Qehwe û Felsefe (@qehweufelsefe) 's Twitter Profile
Qehwe û Felsefe

@qehweufelsefe

Qehwe û Felsefe podkasteke bi kurdî û di derheqê felsefeyê de ye.

Amadekar: @muraddildar & @sezgindinc1

ID: 1718723228540030976

linkhttps://www.youtube.com/@qehweufelsefe calendar_today29-10-2023 20:15:55

276 Tweet

529 Takipçi

2 Takip Edilen

Qehwe û Felsefe (@qehweufelsefe) 's Twitter Profile Photo

Di encama hewîldana podcasterên Kurd de, Spotify zimanê Kurdî di nav zimanên din de zêde dike. Perxudres Podcast û Podcesta Qehwe û Felsefe ji bo vê pêşketinê pêşengî kirine. Nûçeya SBS Radio: facebook.com/SBSKurdish/vid…

Qehwe û Felsefe (@qehweufelsefe) 's Twitter Profile Photo

Empedokles kî ye? Nêrînên Empedokles yên li ser arkeyê çi ne? Li gor Empedokles arke çi ye? Empedokles li ser kîjan qadan xebitiye? Di felsefeya Empedokles de giringiya hez û nefretê çi ye? youtu.be/DV4DUKVPG3k?si…

Qehwe û Felsefe (@qehweufelsefe) 's Twitter Profile Photo

Li gor Empedokles, her tişt (gerdûn),hemû heyînên jiyanê ji av û agir û ax û hewayê çêbûne. Feqiyê Teyran: Zahir kirin çar "bakir" e Ba w av û ax û agir e Heywan hemî jê çêkire Dar û nebata kiswetê youtu.be/DV4DUKVPG3k?si…

Qehwe û Felsefe (@qehweufelsefe) 's Twitter Profile Photo

Agûstînûs di kîjan berhema xwe de qala muzîkê dike? Nêrînên Pîsagor û Platon yên li ser muzîkê çi ne? Heft hunerên azad çi ye? Têkiliya di navbera muzîk û matematîkê de çi ye? Li gor Agûstînûs muzîk li ser rihê mirovan bandoreke çawa dike? youtu.be/AIfPkF78GiA?si…

Qehwe û Felsefe (@qehweufelsefe) 's Twitter Profile Photo

Demokrîtos kî ye? Li kîjan welatan geriyaye? Atom çi ye? Di felsefeya Demokrîtos de girîngiya atoman çi ye? Heyîn ji atoman çawa çêdibin? Materyalîzm çi ye? Nêrînên Demokrîtos yên li ser rih û mirinê çi ne? youtu.be/SrpY04-Lgno?si…

Qehwe û Felsefe (@qehweufelsefe) 's Twitter Profile Photo

John Scotûs Erîgûena kî ye?Ji Latînî û Yûnanî kîjan berheman wergerandine? Felsefeya Platonparêziya Nû,li ser felsefeya wî bandoreke çawa çêkiriye? Naveroka berhema wî ya "De Divisione Nature" çi ye? Têkiliya di nav Xweda û Xwezayê de çawa şîrove kiriye? youtu.be/PTFOXxqJhL0?si…

stî (@bawerneke) 's Twitter Profile Photo

Zana dibêje "ez zanim. Fîlozof dibêje "ez nizanim " lewma li dû zanînê ne . Hêvalên amadekar silav û spas Bernameyeke xweşe û sosyal mesajan jî dide;))) Qehwe û Felsefe youtu.be/MQEG8QGoaTw?si…

Qehwe û Felsefe (@qehweufelsefe) 's Twitter Profile Photo

Sokrates kî ye?Kîjan salan, li ku jiyaye? Nêrînên Sokrates ên li ser zanînê çi ne?Rasyonalîzm çi ye?Cudahiyên di navbera rasyonalîzm û empîrîzmê de çi ne?Sokrates ji bo bigihîje zanînê kîjan rêbazê bi kar tîne? youtu.be/HUCcpME8WFM?si…

Qehwe û Felsefe (@qehweufelsefe) 's Twitter Profile Photo

Mixabin Kovara Philosophiaê xatir ji xwendevanên xwe xwest û weşana xwe bi dawî kir. Ji bo ked û xebatên wan ên hêja em spasiya hemû kedkarên kovarê dikin.☘️☘️ Philosophia

Qehwe û Felsefe (@qehweufelsefe) 's Twitter Profile Photo

Rêbaza Sokratîk çi ye?Armanca Rêbaza Sokratîk çi ye?Rêbaza Sokratîk ji kîjan beşan pêk tê?Nêrînên Sokrates ên li ser ehlaqê çi ne?Di navbera nezanî û xerabiyê de têkiliyeke çawa heye?Li gor Sokrates armanca mirovan çi ye?Sokrates çima hatîye kuştin? youtu.be/X5DDyQosnsk?si…

Peya (@jonas4347201) 's Twitter Profile Photo

Ku mirov gava guhdariya vê podcast'ê , di derbekîde sê cara qezenc dike. 1-felsefeyê hîn dibî 2 -felsefeyê bi Kurdî hîn dibî 3- ji guhdariyê aciz nabi ji ber ,mamoste Murat di nav heneka de qala felsefeyê dike... Qehwe û Felsefe 'yê re zor sipas û qevdek kulîlk💐

Qehwe û Felsefe (@qehweufelsefe) 's Twitter Profile Photo

Logos çi ye?Herakleîtos,Platon û Arîstoteles logosê çawa şîrove kirine? Logos di Felsefeya Xiristiyaniyê de çawa cih girtiye? Logos di nêrînên Clement de, çawa guheriye?Têkiliya di navbera logos û heqîqetê de çi ye? youtu.be/9d-c7pjJqAw?si…

Qehwe û Felsefe (@qehweufelsefe) 's Twitter Profile Photo

Girîngiya berhema Platon a bi navê "Dewlet"ê çi ye? Utopya çi ye?Platon di berhema xwe de li ser kîjan mijaran disekine?Platon perwerdehiyeke çawa pêşniyaz dike?Platon çima demokrasiyê rexne dike?Platon di Dewletê de huner û helbestê çawa dinirxîne? youtu.be/kgS5baHWBhU?si…

Qehwe û Felsefe (@qehweufelsefe) 's Twitter Profile Photo

Tabloya "Dibistana Atînayê" ji aliyê Raffaello ve di navbera salên 1509-1511 de hatiye çêkirin. Bi tenê Hypatîa wek fîlozofeke jin di tabloyê cîh girtiye û ji nav fîlozofan, tenê Hypatîa rasterast li me dinêre.

Petrûs Abelardûs kî ye? Dî kîjan salan de li ku jiyaye? Li ser kîjan beşan xebitiye? Berhemên wî yên girîng kîja ne? Nêrînên wî yên li ser etîkê çi ne? Konseptualîzm çi ye? Abelardûs, li ser realîzm û nomînalîzmê çi difikire? youtu.be/1FWh9P-y5IM?si…

Qehwe û Felsefe (@qehweufelsefe) 's Twitter Profile Photo

John Dûns Scotûs kî ye? Di kîjan salan de, li ku jîya ye? Di felsefeya xwe de bi taybetî li ser kîjan têgehan sekinîye? Nêrînên wî yên li ser epîstemolojî û ontolojîyê çi ne? Di felsefeya ehlaqê de, li ser viyan û azadîyê çi gotîye? youtu.be/r5y1Dqr7GU0?si…

Qehwe û Felsefe (@qehweufelsefe) 's Twitter Profile Photo

Guhdarên Ezîz, Piştî bêhnvadeneke kurt sibe 26ê Îlona 2025an de em ê dest bi bernameyên nû bikin û em ê di nav Felsefeya Serdema Navîn de bi Felsefeya Îslamê bi we re bin. Bê Qehwe û Felsefe nemînin. ☕️🦉☕️ #felsefe #kurdî #kurdish #philosophy

Guhdarên Ezîz,
Piştî bêhnvadeneke kurt sibe 26ê Îlona 2025an de em ê dest bi bernameyên nû bikin û em ê di nav Felsefeya Serdema Navîn de bi Felsefeya Îslamê bi we re bin.

Bê Qehwe û Felsefe nemînin.
☕️🦉☕️

#felsefe #kurdî #kurdish #philosophy