Newaf Mîro (@newafmiro) 's Twitter Profile
Newaf Mîro

@newafmiro

Min ji hemû renga hezkir, lê sor xwîna min e.
Min ji hemû denga hezkir, lê kurd û kurmancî pêjna hebûna min e.

ID: 269508498

linkhttps://www.facebook.com/Niv%C3%AEskar-Newaf-M%C3%AEro-177567339002074/ calendar_today20-03-2011 22:52:36

11,11K Tweet

2,2K Followers

484 Following

Newaf Mîro (@newafmiro) 's Twitter Profile Photo

Li welatê mafê takesî nehatibe parastin û misogerkirin, mafên civakî, olî û hizrî dikarin bibin çek û zindan li dijî pêşketina civakê. Mafê derbirîn û azadiya takekesî bingeha pêşketin û jinûve avakirina civakê û welatekî ye.

Newaf Mîro (@newafmiro) 's Twitter Profile Photo

Pergala înkarê û pişavtinê bi qasî ji deng û zimanê kurdî ditirse, ji mafê rewa û nasnameya miletê bindest ditirse, ji çekê û şer natirse. Şer û kuştina Kurda di bin navê "terorê" de rewa kirine. Ev tirs wê we bibe ku?

Newaf Mîro (@newafmiro) 's Twitter Profile Photo

Tecavüz bir egemenlik ve istilâ aracıdır, bu binlerce yıldır sürmektedir. Osmanlı hanedanına bakarsanız, yüzlerce cariya ve savaş ganimetleri kadınları görürsünüz. Ve bu Kurd hanedanlarında pek farklı değildir. Binlerce Ezidi ve Ermeni kadını zor ve tecavuzla gasp etmişlerdir.

Newaf Mîro (@newafmiro) 's Twitter Profile Photo

Her çîrok pêşiya wê heye Destpêk û dawiya wê jî heye Lê wê çîroka me li vir bidawî nebe! Di gorê de be Li ezman be jî Di nîvê agir de be jî Ezê çîroka me binivîsin im Ji evîndarên ji bo evînê can didin re vebêjim! Stêrkan ji bo te bi destên xwe ve bînim.. Newaf Mîro

Newaf Mîro (@newafmiro) 's Twitter Profile Photo

Sond bi navê te Û bi hezaran Narînên Çiyayê Şingal'ê #Narin Heta ev têgeh û zilm hebe Ev kaniya êşê dê qet zelal nebe Nabe Narîna dila. Newaf Mîro

Sond bi navê te 
Û bi hezaran Narînên Çiyayê Şingal'ê #Narin 
Heta ev têgeh û zilm hebe
Ev kaniya êşê dê qet zelal nebe 
Nabe Narîna dila. 

Newaf Mîro
Newaf Mîro (@newafmiro) 's Twitter Profile Photo

Her roj bi dehan Jin li welatên misilman bi darê zorê didin mêr, bi dehan tên kuştin, Jin ji hemû mafê takekesî û ji mîrasê bêparin Lê hûn hemû gunehên xwe bikin stûyê xelk û ruhên din Demokrasiya di nav Îsraîl û Amerîkayê di nav we de hebûya, xelkê bihata cem we, ne ji we bazda

Newaf Mîro (@newafmiro) 's Twitter Profile Photo

Bindesta nirx û rûmet bidana hev û nirxên xwe, wê ne bindest û şikestî bûna. Bi mejî û hizrên şikestî û birîndar, şên nabin cîh û war.

Newaf Mîro (@newafmiro) 's Twitter Profile Photo

Mal û miletê diz û sîxur rêvebirên malê be, ne dibe mal û ew milet jî tenê dikare dijminê mal û welatê xwe be.

Newaf Mîro (@newafmiro) 's Twitter Profile Photo

Hevpeyvînek têr û tije, rexne û nêrînên mijara helbestnûs,helbestxwend û helbestjiyînê. Kêfa min jê re hat. Spas ji bo hevpeyvînê û keda Mizgîn xanê

Newaf Mîro (@newafmiro) 's Twitter Profile Photo

Yên me siyaseta çep û olî dikin, lê siyaseta ziman, çand, wêje, û aboriya giştî nakin. Ne bi sinc û ruh bi kiras re mijûl in. Newaf Mîro

Newaf Mîro (@newafmiro) 's Twitter Profile Photo

Ger ewran şîna şînê bikira Wê ezman tim reş û baranê qet venekira Ger kulîlkan bi evîna me bihisiyana Wê li warê me tim bihar ba! Lê ez ê şîna roja çû nekim Û hezkirinê di qoziya dilê xwe de veşêrim Hezkirin be Şîn be ya min e!! Ji kê re çi?! Newaf Mîro

Ger ewran şîna şînê bikira
Wê ezman tim reş û baranê qet venekira
Ger kulîlkan bi evîna me bihisiyana
Wê li warê me tim bihar ba!
Lê ez ê şîna roja çû nekim
Û hezkirinê di qoziya dilê xwe de veşêrim
Hezkirin be 
Şîn be ya min e!!
Ji kê re çi?!

Newaf Mîro
Newaf Mîro (@newafmiro) 's Twitter Profile Photo

Her ku serî bimîne qûnê ecêba bibîne. Gotina Pêşiya herema Wêranşar Telefon jî bûne bombe û bi xwediyê xwe de diteqin

Newaf Mîro (@newafmiro) 's Twitter Profile Photo

Beriya roj hilê Tu di dilê min de hiltê Tu û ez Nema ez dizanim Tu bi min heye Yan jî bi te ez heme Yan jî tu gerdûnî Ez didim pey te bi lez û bez Jan û evîna te Ez kirime ez! Newaf Mîro 18.09.2016

Newaf Mîro (@newafmiro) 's Twitter Profile Photo

Her hangi bir ülkede insanlar dil ve sesten korkuyorsa, o ülkenin insanları hastadır ve o ülke hastalıkla idare ediliyor. Doğaya ve Insan doğasına karşı bir hüküm sürmektedir.

Newaf Mîro (@newafmiro) 's Twitter Profile Photo

Dewlet û mileta çek û teyare çêkirin firotin û pê mal û miletê xwe ava kirin, yê me bi xwe bûne çek, bi hev de diteqin, mal û welatê xwe perîşan dikin.

Newaf Mîro (@newafmiro) 's Twitter Profile Photo

Bi çand û hişmendiya; şivan û gavana, ya Ap û Xala, yan kadroyên hiş hêka çilq, em nabin xwediyê medeniyetê, yê bax û bîstan a.