aforîzma (@kurdiaforizma) 's Twitter Profile
aforîzma

@kurdiaforizma

felsefe / wêje / hûner / ziman / civaknasî / derûnnasî / zanist / çand / sîyaset / teolojî / dîrok / perwerdehî / mîtolojî / pirtûk #kurdish

ID: 1026834273901469697

calendar_today07-08-2018 14:15:43

7,7K Tweet

10,10K Takipçi

442 Takip Edilen

aforîzma (@kurdiaforizma) 's Twitter Profile Photo

Hîmê neteweyekî, ziman e. Ji bo bihevvekiria neteweyekî, ziman ji nijad û olê jî bihêztir e. Bi vê taybetiya xwe ziman marîpişt û mazmazka neteweyî ye. 🔹Samuel Huntington

aforîzma (@kurdiaforizma) 's Twitter Profile Photo

Tekane welatê rasteqîn, tekane xaka ku mirov pîyê xwe biavêje ser, tekane mala ku mirov lê bihewe û tê de bistire, ew ziman e ku; ji zaroktîya xwe ve hîn bûye. 🔹 Michel Foucault #MebKürtçeyeKontenjan

aforîzma (@kurdiaforizma) 's Twitter Profile Photo

Em ne Swêdî ne, em naxwazin bibin Rus jî. Nexwe divê em Fînlandî bin. Lê ji bo em bibin Fînî û yek nasnameyê bi dest bixin, divê em gelekî bixebitin. Pêşengên bizava neteweyî di serî de têgihiştibûn ku, hêmana sereke ya ku dikare gel li hev kom bike, ZIMAN e. ~ Grigory Petrov

aforîzma (@kurdiaforizma) 's Twitter Profile Photo

Ziman ne tenê amûra ramînê ye, ziman di heman demê de ew qalib e ku, bîr û boçûn di hundirê wî de bi şêwe û teşe dibin. ~ Herder (1744-1803)

Ziman ne tenê amûra ramînê ye, ziman di heman demê de ew qalib e ku, bîr û boçûn di hundirê wî de bi şêwe û teşe dibin.

~ Herder (1744-1803)
aforîzma (@kurdiaforizma) 's Twitter Profile Photo

Welatê rasteqîn yê neteweyekî, zimanê wî ye. Ziman, hebûneke hêzdar a niştimanî ye. Heger zimanê niştimanî winda bibe, hestên niştimanî jî di demeke nêz de ji holê radibin. - Wilhelm Humboldt

aforîzma (@kurdiaforizma) 's Twitter Profile Photo

Neteweyên ku ji hêla zimên ve serkeftin bidest nexistibin, ji hêla çandî ve jî li paş dimînin. Çanda gelên ziman lawaz, tiroviro ye. - Humboldt

aforîzma (@kurdiaforizma) 's Twitter Profile Photo

Ziman, yek ji du aliyên fikr û raman e. Eger em ne xwedîyê zimanekî tekûz bin; em nabin xwediyê fikr û ramanekî tekûz. - Îbn Xeldûn

aforîzma (@kurdiaforizma) 's Twitter Profile Photo

Dema hûn tên dinyayê, di navbera çend xulekan de navê we, neteweya we, dînê we û mezhebê tê dîyar kirin. Hûn jî hemî jîyana xwe bi parastina van tiştên ku we hilnebijartine derbas dikin. - Arthur Schopenhauer