Abdulkadir Bingöl (@abdulkadirbingl) 's Twitter Profile
Abdulkadir Bingöl

@abdulkadirbingl

ID: 491210013

calendar_today13-02-2012 11:27:20

44,44K Tweet

5,5K Takipçi

3,3K Takip Edilen

Abdulkadir Bingöl (@abdulkadirbingl) 's Twitter Profile Photo

1. BIRÛSK, TELEFON Û JIN – Ji bo ku mirov xeberê zû bigihîne derekê gelo çend rê henin? – Sisê. – Ew çi ne? – Birûsk, telefon û jin.

Abdulkadir Bingöl (@abdulkadirbingl) 's Twitter Profile Photo

Qet rehim nîne te ey yar! Bûye dil herwekî seng Ji du birhan te nîşan kir kezeba min bi tifeng Ew ji destê te ye lewma ji me dernakeve deng Dilbikulê Cizîrî Her bi mîzan direşînî cegerê tîr û xedeng Ji neseq sa’iqe me j’qewsê hilalî şeb û roz Melayê Cizîrî

Abdulkadir Bingöl (@abdulkadirbingl) 's Twitter Profile Photo

Li Wanê baranê lêkir: Baran barî b'rehmet e, xunav barî b'rehmet e Rûkê erdê kir xet e, rûkê erdê kir xet e Ramûsanê keçikan L'mala babê edet e Weylê weylê weylê Weylê lê baranê!

Abdulkadir Bingöl (@abdulkadirbingl) 's Twitter Profile Photo

"İ’lem Eyyûhe’l-Ezîz! (Bizanibe ey birayê ezîz!) Ew însanê ku hişê wî li serê wî be, ne bidestxistina karên dinyayê kêfxweş dibe û ne jî ji ber wê tişta ku winda kiriye xemgîn dibe. Lewra dinya ranaweste, diçe. Însan jî bi wê re diçe. Tu rêwî yî. Binêre şefeqa (spêdaye) ++++++

Abdulkadir Bingöl (@abdulkadirbingl) 's Twitter Profile Photo

2- kalîtiyê li ser guhê te re hilatiye. Ji nîvê bêhtir ê serê te bi kifinê spî hatiye pêçan (pora te spî bûye). Nexweşiyên ku niyeta wan ewe di laşe te de bi cî bibin desteyên keşfe yên mirinê ne. Digel vê yekê temenê te yê ebedî li pêşiya te ye. Rihetî û lezeta ku tu di wî +++

Abdulkadir Bingöl (@abdulkadirbingl) 's Twitter Profile Photo

3- temenê (‘emrê) baqî de bibînî ancax bi xebata te ya di vî temenê fanî de ve girêdayî ye. Haya te qet ji wî temenê baqî tune ye. Berî ku sekerata mirinê te hişyar bike hişyar bibe. (Mesnewiya Nûrê, Hebe.) Wergêr: Dilbikulê Cizîrî

Abdulkadir Bingöl (@abdulkadirbingl) 's Twitter Profile Photo

Dixwazim ev roj heta êvarî Dûr be ji şerî, her xêr bibarî Ne tenê carek hezaran carî Lê ew kesên wek dûpişk û marî Karê wan her ev: Dikin neyarî Ji wan kêm nebe xezeba Barî Ji ronyê dûr bin li wan be tarî Karê wan ev be: Nalîn û zarî Dilbikul

Abdulkadir Bingöl (@abdulkadirbingl) 's Twitter Profile Photo

Hesretê berdam çiyan, Lê bo min xweş ev jiyan Lew di dil de pir viyan Wer bike laqirdiyan Bide min mey bi piyan Ne bi xef bit bi eyan Ne dudo ne jî siyan Heta mest bibe giyan Ger ku bimrim ne ziyan Dilbikulê Cizîrî

Abdulkadir Bingöl (@abdulkadirbingl) 's Twitter Profile Photo

Dema dilber li min nêrî bi wan çavên xwe yên mest e Mi got qey Rustemê Zal e bi tîran dil kirî qest e Nexêr şaş im li min megrin ku eqreb bû dilim geste Ji ber wê dê mirim, rabin bikin amade darbest e Dilbikul

Abdulkadir Bingöl (@abdulkadirbingl) 's Twitter Profile Photo

Kagul-şevê, bişkoj-devê, hingiv-levê, qed-er’er e Xumar-çevê, kuştî-tevê, ava-devê wê Kewser e Sohbet-xweşê, nîgarkeşê, dêm-mehweşê, Şêrîn-meşê Zulfa herîr, kirme esîr bisk-çînçîna rû-esmer e. Dilbikulê Cizîrî

Abdulkadir Bingöl (@abdulkadirbingl) 's Twitter Profile Photo

Min go dêm got mahê çarde, min go ebrû got hîlal Min go qam got eynî er’er, min go ev reş çi, go xal Min go dev got şubhê xonçe min go lêv got wek şekir Min go sing got tev gulistan bo evîndar ew vekir Dilbikulê Cizîr