𝓻𝓸𝓳𝓪𝓻 𝔀𝓮𝓷𝓭𝓪 (@hunerjen) 's Twitter Profile
𝓻𝓸𝓳𝓪𝓻 𝔀𝓮𝓷𝓭𝓪

@hunerjen

Ji mirovbûnê pêyve ol û bawerîya min tune.
💙
I have no religion or faith other than being human.

#honrawe
#hunerjen
#kurdishpoetry
#kurdishphilosophy

ID: 842858021915189248

linkhttps://www.youtube.com/@hunerjen calendar_today17-03-2017 21:59:46

9,9K Tweet

4,4K Followers

90 Following

𝓻𝓸𝓳𝓪𝓻 𝔀𝓮𝓷𝓭𝓪 (@hunerjen) 's Twitter Profile Photo

Gelo Sofî ya Kurdî û "sofîya" di Feylesof de ne tiştekî hev bin? Niza welle, dibe ku Mastê me û "mast"a faris jî merivên hev bin. Ê ma ji xwe em û faris ne du şerbikên ber kanîyekê ne? Rast e, em yê derizî bûn, loma tim vala man; lê ew heta ber dev tije bûne, hew maye biteqin!🤯

𝓻𝓸𝓳𝓪𝓻 𝔀𝓮𝓷𝓭𝓪 (@hunerjen) 's Twitter Profile Photo

Ne mal û milk; hew ristek giryan, hevokek watedar, an peyvek qenc û xweş bî, ji xwe bihêle. Lewre tiştê ku mirov ji xwe hiştîye, li gorî naveroka xwe dibe tov û di zevîyên hişê yên mayî de şîn dibe. Tovê qenc, qencîyê û yê xerab jî, xerabîyê zêde dikin. Bera qencî ji me bimîne!🍁

𝓻𝓸𝓳𝓪𝓻 𝔀𝓮𝓷𝓭𝓪 (@hunerjen) 's Twitter Profile Photo

Em jî derketana girê mirazan piştî qewla heft nanên tenûrê me cilên xwe zîvar zîvarî biçiranda ew bikirana zolikên rengîn û bi kat û kerpûskên darekê ve xemilxêzan vedakira gelo wê bibûya para min û te şadîyek bi mirazê li me şkestî wek girêkurkekê di nîvê zengeroka me de mayî!

Em jî derketana girê mirazan
piştî qewla heft nanên tenûrê
me cilên xwe zîvar zîvarî biçiranda
ew bikirana zolikên rengîn û
bi kat û kerpûskên darekê ve
xemilxêzan vedakira
gelo wê bibûya para min û te
şadîyek bi mirazê li me şkestî
wek girêkurkekê
di nîvê zengeroka me de mayî!
𝓻𝓸𝓳𝓪𝓻 𝔀𝓮𝓷𝓭𝓪 (@hunerjen) 's Twitter Profile Photo

youtube.com/@hunerjen?si=K… Bê piştgir û alîkarî, bê destvegirtin, hew bi xwe, bi dil û gîyanê xwe; min bi sedan stran nivîsandin. Hew tembûr û mîkrofonek min heye, ez zanim ji bo vî karî derfetên hîn çêtir û xweştir divên. Di bêrîka min de nebû, min jî dilê xwe lê kir û parvekir.🍁

𝓻𝓸𝓳𝓪𝓻 𝔀𝓮𝓷𝓭𝓪 (@hunerjen) 's Twitter Profile Photo

Zaroksalîyê di bin banekî wiha de li ber pencereyekê bi çavlêgerîna te bi xortanîyê re cih guhertin û ez sibeyekê bi dengekî gur hişyar bûm dêka min diqîrîya bi ser min de "leşkeran bavê te girtin nav xwe û birin" ez pêxwas û behitî bi pêy ketim borîna çekan erd û ezman hilanîn!

Zaroksalîyê di bin banekî wiha de
li ber pencereyekê bi çavlêgerîna te
bi xortanîyê re cih guhertin
û ez sibeyekê bi dengekî gur hişyar bûm
dêka min diqîrîya bi ser min de
"leşkeran bavê te girtin nav xwe û birin"
ez pêxwas û behitî bi pêy ketim
borîna çekan erd û ezman hilanîn!
𝓻𝓸𝓳𝓪𝓻 𝔀𝓮𝓷𝓭𝓪 (@hunerjen) 's Twitter Profile Photo

Radestbûyî, bêtir ji radestgir ji yên radestnebûyî diqeherin. Bi peyvek dî; xwefirotî, ji yên ku wan kirrîne bêtir ji yên xwe nefirotî diqeherin. Bi peyvek hîn dîtir; şekirê helîyayî, ji yê şekir dihelînin bêtir ji şekirê nehelîyayî diqeherin! Ez dibêm qey îdin hat fêmkirin!🍁

𝓻𝓸𝓳𝓪𝓻 𝔀𝓮𝓷𝓭𝓪 (@hunerjen) 's Twitter Profile Photo

Di meha rojîyê de bav û law li pêy hev bi hişkderban kuştin Ji mizgeftê derketin çûn mirovên rewşenbîr û ronakbîr şewitandin Tu niha ji wan dipirsî, dibêjin her tişt xweş û her der gulîstan e rast dibêjin ji mejîreş û dehbeyên ji xwe bê hay re, her tişt xweş û her der bihişt e!

𝓻𝓸𝓳𝓪𝓻 𝔀𝓮𝓷𝓭𝓪 (@hunerjen) 's Twitter Profile Photo

Gava dad/edalet ji holê rabe, mafê tu kesî namîne ku yê din bi tirsonektîyê tawanbar bike, lewre tirs ji bêdadîyê sadir dibe. Li hêla din dengkirina kes û koman zû tê tefandin û tu bandorek ku rê li ber guherîna rewşê veke, jê namîne. Doza dadê, ne karê kesane; karê civakî ye!🍁

𝓻𝓸𝓳𝓪𝓻 𝔀𝓮𝓷𝓭𝓪 (@hunerjen) 's Twitter Profile Photo

Belkî jî em ji yên ku em rexneyan li wan dibarînin xerabtir, lê ne çêtir bin? * Gelo pêdivîya afirînerê her tiştê xuya û nexuya bi pesin û halanan heye? * Her kes derbas dibî diçe; hin jê rûmet dane ser milên xwe, hin jê jî dane bin pîyên xwe. 🍁 #kurdishphilosophy

𝓻𝓸𝓳𝓪𝓻 𝔀𝓮𝓷𝓭𝓪 (@hunerjen) 's Twitter Profile Photo

Bi çi qas kulîlkên hebûn min ji te hez dikir bi çi qas kulîlkên hene ez ji te hez dikim û bi çi qas kulîlkên wê hîn hebin bibişkivin û vebin ez ê ji te hez bikim sonda me ya zaroktîyê BI ÇI QAS QURANÊN HENE sonda min î heta mirinê bi KENÊ TE ye ku hemu kulîlk jê zane! 🍁 #honrawe

𝓻𝓸𝓳𝓪𝓻 𝔀𝓮𝓷𝓭𝓪 (@hunerjen) 's Twitter Profile Photo

Me jî dizanî em ê têk biçin lê me got qet nebî bera li pêy me nebêjin sil û newêrek bûn bê şer û berxwedêrî radest bûn ji stêrkên li bêbanîya ezmanan heta bi kêzikên bin qalik û qaşilên daran bera heft tebeq ser û bin erd baş bizanin ku qûçên gorên me jî li dij wan di şerr da ne!

𝓻𝓸𝓳𝓪𝓻 𝔀𝓮𝓷𝓭𝓪 (@hunerjen) 's Twitter Profile Photo

Heger yek nikarî rêyek ji kirinên te çêtir û xweştir bidî ber te, mafê wî yê rexneyê jî tune ye. Feraseta bêtirê me bindestan tune ye, heger em xwedî bîr û feraset bûna, me sedsal bi hilanîna termên zarokên xwe derbas nedikir. Mixabîn qencên me, di ber xerabên me de gorî ne!🥀