🔴#Lezgîn
Karwanê #şehîd_Salih_Muslim gihîşt Kobanê
Karwanê darbesta şehîd Salih Muslim di nava pêşwazîkirina girseyî ya şêniyan de gihîşt bajarê Kobanê.
📍Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî û Cîgirê Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Sîpan Hemo ji bo merasîma cenazeyê Şehîd Salih Muslim li bajarê Kobanî ne.
🟠Li kantona Cizîrê 6 roj betlane hat ragihandin
🔵Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê bi boneya Newrozê, cejna Remezanê û salvegera şoreşa Sûriyeyê, 6 roj betlane ragihand.
Şandeyek ji bakurê Kurdistanê li Rojavayê Kurdistanê ye.
Hevserokê DEM Partî Tuncer Bakirhan û siyasetmedara Kurd Leyla Zana hatin cihê xwe di şandeyê de digirin.
🎙Leyla Zana û Eyşe Efendî hev himbêz dikin.
📌Şandeyeke ji bakurê Kurdistanê li Kobanê ye.
🛑Şande dê beşdarî mersasîma oxirkirina şehîd Salih Muslim bibe.
#NûçeyênDawî
📍Cenazeyê şehîd Salih Muslim anîn qada merasîmê.
Gelek siyasetmedarên ji Rojava û Bakur, di nav wan de Mazlum Abdî, Tuncer Bakirhan, Leyla Zana, Xerib Hiso, û Sabahat Tuncel, beşdarî merasîma cenaze bûn.
📍"Divê em hêzek leşkerî ya hevbeş ava bikin ku ji partiyên siyasî serbixwe be"
Hevserokê PJAKê Emîr Kerîmî got, "Em hêvîdar in ku hêzek leşkerî ya hevbeş were avakirin. Divê ev hêz bi ti partiyekê ve girêdayî nebe. Divê hêza leşkerî di destê partiyên siyasî de nebe.
🟠Îsraîlê êrişî Lubnanê kir; serkirdeyekî Hemasê hat kuştin
🔵Di êrişa Îsraîlê ya li herêma Şerhebîl a başûrê Lubnanê de serkirdeyekî Tevgera Hemasê hat kuştin.
KCK'ê Kesên Ku Li Komkujiya Helebçeyê Jiyana Xwe Ji Dest Dan Bi Rêzdarî Bi Bîr Anîn
NAVENDA NÛÇEYAN – KCK’ê di salvegera komkujiya Helebceyê de ku bi hezaran Kurd ji aliyê rejîma Saddam Huseyîn ve hatin qetilkirin, qurbaniyên mejiyê qirker şermezar kir.
nuceciwan101.com/ku/kcke-qurban…
🟠Li bajarên bakûrê Kurdistanê Newroz: Ji bo azadî û aştiyê
🔵Li Erzirom, Erdîş, Dêrsim, Qeser, Wêranşar, Bismil û Erxeniyê, xelk agirê Newrozê yê îsal ji bo azadî û aştiyê pêdixin.
Li Erdişê agirê newrozê bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" hate pêxistin.deh hezaran gel bi dûrişmeya Bijî Serok Apo Newroz pîroz dike. Coş û kelecana gel pir mezin e.
📍Foza Yusif:
- Karbidestên hikûmetê berdewam red dikin ku Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) tevlî avahiya artêşê bikin, bi hinceta ku jin di nav saziya leşkerî de ti rolek nagirin.
- Em tekez dikin ku li seranserê Sûriyeyê hêzek jinan a taybet heye.
🟠Ji PJAKê peyama Newrozê: Ev Newroza diyarkirina çarenûsa azad e
PJAKê, “Newroza îsal Newroza azadiya tevahiya gelên Îranê ye û gelê Kurd di vê rêyê de pêşengtiya têkoşîna azadî û demokrasiyê dike. Ev Newroza diyarkirina çarenûsa jiyana azad a Kurdan û gelan e.”