înan eroglu (@inanoloo) 's Twitter Profile
înan eroglu

@inanoloo

edîtor li @pallwesan

ID: 1545778427923423232

linkhttps://botantimes.com/author/inan/ calendar_today09-07-2022 14:34:52

1,1K Tweet

1,1K Followers

315 Following

Pall Weşan (@pallwesan) 's Twitter Profile Photo

Ferhad Pîrbal ê ku xwînerên Bakur wî zêdetir bi çîrok û romanên wî nas dikin, vê carê bi gulbijêreke helbestan li derê me dide. "Stranên Romantîk ên Dûrewelatiyê", bi şêwaza xwe ya taybet û bi wergera Rowal Navgundî, vê îlonê li Pallê ye.

Ferhad Pîrbal ê ku xwînerên Bakur wî zêdetir bi çîrok û romanên wî nas dikin, vê carê bi gulbijêreke helbestan li derê me dide. 

"Stranên Romantîk ên Dûrewelatiyê", bi şêwaza xwe ya taybet û bi wergera Rowal Navgundî, vê îlonê li Pallê ye.
înan eroglu (@inanoloo) 's Twitter Profile Photo

Berhemên xwedî xeyal û aşopeke xurt. Hê jî di edebiyata kurdî de yekta ne. Hêvî ye ku berhemên me yên honaka zanistî zêdetir bibin.

Berhemên xwedî xeyal û aşopeke xurt. Hê jî di edebiyata kurdî de yekta ne. Hêvî ye ku berhemên me yên honaka zanistî zêdetir bibin.
Botan Times (@botantimes) 's Twitter Profile Photo

Nivîsara Înan Eroglu "Serpêhatiya nivîsînekê" wekî podcast li ser Spotifyê berdest e. ✍🏻 Înan Eroglu ( înan eroglu ) 🎤 Semiha Yıldız ( semiha yıldız ) botantimes.com/serpehatiya-ni…

înan eroglu (@inanoloo) 's Twitter Profile Photo

Helbestên Şehmus Kurt bo min mîna wan (ve)xurekan in ku ne dema xwarina wan lê piştî xwarina wan em serwextî tehmê dibin. Mîna ava sûsê qederekê tehma wan bi min re digere, mîna berûyan piştî qedehek avê tehma wan a şîrîn dev ji min bernade. Helbestên kurt, lê zêde qewî.

Helbestên Şehmus Kurt bo min mîna wan (ve)xurekan in ku ne dema xwarina wan lê piştî xwarina wan em serwextî tehmê dibin.  Mîna ava sûsê qederekê tehma wan bi min re digere, mîna berûyan piştî qedehek avê tehma wan a şîrîn dev ji min bernade. 

Helbestên kurt, lê zêde qewî.
înan eroglu (@inanoloo) 's Twitter Profile Photo

Encax şairek dikarî portreya Celadet hinde xweş qal bike. Vê roja îniyê qenciyekê li xwe bikin û guh bidin vê qeydê.

înan eroglu (@inanoloo) 's Twitter Profile Photo

Sala, Miheme, Aram, Nûro, Reşê. Karakterên ku ji bîra me naçin û li ber çavê me bi laş û gewde dibin. Atmosfereke zindî û hemû hûrdekariyên ku ji bo çîrokeke baş lazim in. Bi qasî efsûna xwe rasteqîn, bi qasî hûrgiliyên xwe şamil.

Sal 1928. Hamilton li Rewandizê ye û Husên Mukriyanî jî dibîne. Gava behsa kovara wî Zarî Kurmancî dike, tesbîteke sedsalî tîne: "Husên ji bo rojnameyê hem dinivîse hem xêz dike, hem çap dike hem cild dike. Bi vî awayî li dinyayê di qada xwe de yekem e." Weşangeriya me, ev e.

Qehwe û Felsefe (@qehweufelsefe) 's Twitter Profile Photo

🦉☕️ 🦉Kanala me ya YouTube gihîşt 900 aboneyan! Em pir nêzîkî 1000 aboneyan in. Hûn jî beşdarî me bibin û bibin parçeyek ji rêwîtiya me ya felsefeyê. 🎉 Ji bo bibin abone li lînkê bitikînin: youtube.com/@qehweufelsefe Ji kerema xwe vê tweetê bigerînin.

Pall Weşan (@pallwesan) 's Twitter Profile Photo

DU BERHEMÊN NÛ JI SORANÎ "Stranên Romantîk ên Dûrewelatiyê" ya Ferhad Pîrbal û "Gabor"a Seyid Qadir Hîdayetî. Ji 16ê îlonê pê de li pallwesan.com û kitêbfiroşan in.

DU BERHEMÊN NÛ JI SORANÎ

"Stranên Romantîk ên Dûrewelatiyê" ya Ferhad Pîrbal û "Gabor"a Seyid Qadir Hîdayetî.

 Ji 16ê îlonê pê de li pallwesan.com û kitêbfiroşan in.
Pall Weşan (@pallwesan) 's Twitter Profile Photo

"Stranên Romantîk ên Dûrewelatiyê" ya Ferhad Pîrbal derket! Ji soranî: Rowal Navgundî pallwesan.com/detail/834-str…

"Stranên Romantîk ên Dûrewelatiyê" ya Ferhad Pîrbal derket! 

Ji soranî: Rowal Navgundî

pallwesan.com/detail/834-str…
Pall Weşan (@pallwesan) 's Twitter Profile Photo

"Gabor" a Seyid Qadir Hîdayetî derket! Ji dengekî cuda yê Rojhilata me, romaneke bihêz bo edebiyata kurdî. “Gabor”a Seyid Qadir Hîdayetî bi şêwaz û vegotina xwe ya taybet a li ser “gotin”ê avabûyî û wergera Armîn Temerzade, êdî bi kurmancî dibêje. pallwesan.com/detail/833-gab…

"Gabor" a Seyid Qadir Hîdayetî derket!

Ji dengekî cuda yê Rojhilata me, romaneke bihêz bo edebiyata kurdî. “Gabor”a Seyid Qadir Hîdayetî bi şêwaz û vegotina xwe ya taybet a li ser “gotin”ê avabûyî û wergera Armîn Temerzade, êdî bi kurmancî dibêje.

pallwesan.com/detail/833-gab…
înan eroglu (@inanoloo) 's Twitter Profile Photo

Naveroka bilîmet a vê nivîsarê li aliyekî, ziman û hevoksaziya Armîn Temerzade bo min cihê heyranî û hejmekariyê ye. Xwezî ev ziman berbelavtir bibûya. Hîn em ê gelek tiştan ji Armînî hîn bibin, çav û guhê we lê be.