Halim Youssef (@halimyoussef20) 's Twitter Profile
Halim Youssef

@halimyoussef20

ID: 1195781538358665217

linkhttp://www.halimyoussef.com calendar_today16-11-2019 19:12:17

1,1K Tweet

4,4K Followers

286 Following

Halim Youssef (@halimyoussef20) 's Twitter Profile Photo

Di oxirkirina Nûredîn Sofî de, jê re stirana Mihemed Şêxo gotin: "Ez gulê nadim bi malê dinê Li ser gulê têm kuştinê" Çîroka me û ya vê "gulê" dirêje û heta ew bidestnekeve wê çîrok jî neqede. Çîrok berdewam e.

Halim Youssef (@halimyoussef20) 's Twitter Profile Photo

Durzîyan li Sûriyê serxwebûn xwestin Îro li bajarê Swêdayê, bi hezaran xelk derketin kolanan û doza Serxwebûnê kirin. "Em vederasyonê naxwazin Em birêveberiya xweser naxwazin Em serxwebûnê dixwazin". ..... Aqûbet li serê Kurdan be.

Halim Youssef (@halimyoussef20) 's Twitter Profile Photo

Ev 14 sal in, Erdogan û Hakan fidan dibêjin, em qebûl nakin axa Sûriyê perçe bibe û gava bû ewê mudaxele bikin. Vaye Durzî dixwazin Sûryê perçe bikin. Ka Erdogan û Hakan fidan li kuderê ne gelo? Çima bêdeng in? Eger hûn rast dibêjin. Eger hûn mêr in, kerem bikin. Mudaxele bikin.

Halim Youssef (@halimyoussef20) 's Twitter Profile Photo

Îro li bajarê Essen ê Elmanyayê, ji bo danasîna çapa erebî ya romana mina nû (سيرة عابر ألغام )civatek hat girêdan. Di civatê de sê nirxandin li ser romanê hatin kirin. piştî danûstendineke rû bi rû, civat bi imzekirina romanê bi dawî bû. Spas ji bo hemû kesên ku amade bûn.

Îro li bajarê Essen ê Elmanyayê, ji bo danasîna çapa erebî ya romana mina nû (سيرة عابر ألغام )civatek hat girêdan. Di civatê de sê nirxandin li ser romanê hatin kirin. piştî danûstendineke rû bi rû, civat bi imzekirina romanê bi dawî bû.
Spas ji bo hemû kesên ku amade bûn.
Halim Youssef (@halimyoussef20) 's Twitter Profile Photo

Nûçeya danasîna çapa erebî ya romana mina nû, di RudawTV de hat weşandin. Danasîn û gotûbêj û imzekirina romanê li bajarê Essen ê Elmanyayê, roja yekşemê 24.08.2025 hat birêvebirin. Spas ji bo Rudaw, herwisa ji bo amadekarên vê nûçeyê.

RudawKurdi (@rudawkurdi) 's Twitter Profile Photo

📚 Li bajarê Essenê yê Almanyayê ji bo romana “Jiyan Herêmeke Qedexekirî bû" ya nivîskarê Kurd Helîm Yûsiv merasîmek hat lidarxistin 🖊️ Helîm Yusiv di merasîmê de roma xwe îmze kir Halim Youssef

yeqîn h. (@yeqinh_) 's Twitter Profile Photo

Di bernameya kek Halim Youssef #Hûrgilî de li ser LEWerger, li ser pirtûka min "kil û hine netê" ya ku ji nêv weşanên Nûbihar derçû û li ser paşxaneya çend xalên din me hebekî got û biland. Spasiya cenabê wî dikim; nemaze ji ber xemxuriya wî ya LEWê: sterktv1.net/2100-hurgili-8/

Di bernameya kek <a href="/HalimYoussef20/">Halim Youssef</a> #Hûrgilî de li ser <a href="/lewerger_/">LEWerger</a>, li ser pirtûka min "kil û hine netê" ya ku ji nêv weşanên <a href="/nubihar/">Nûbihar</a> derçû û li ser paşxaneya çend xalên din me hebekî got û biland.

Spasiya cenabê wî dikim; nemaze ji ber xemxuriya wî ya LEWê:
sterktv1.net/2100-hurgili-8/
Halim Youssef (@halimyoussef20) 's Twitter Profile Photo

Metelokeke kurdî heye dibêje: "Terî ya kûçik çil salî xistin qalib, rast nebû". Gava derxistin dîtin ku xwar ma ye" Her ku ez gefxwarinên Tirkan yên di derbarê Rojava de dibihîzim, ev metelok tê bîra min. Terî ya kûçik rast nabe. Ti bang mang fêde nakin Ev terî divê bê jêkirin.

Halim Youssef (@halimyoussef20) 's Twitter Profile Photo

Birgit Böllinger danasînek li ser wergera elmanî ya romana mina nû belavkir. Roman wê di pêşangeha pirtûkan ya Frankfurtê de (15 -19.10. 2025) derkeve. Agahiyên berfireh li jêr in. HALIM YOUSSEF: Liebe im Schatten der dunklen Flaggen birgit-boellinger.com/2025/08/17/hal…

Birgit Böllinger danasînek li ser wergera elmanî ya romana mina nû belavkir.
Roman wê di pêşangeha pirtûkan ya Frankfurtê de 
(15 -19.10. 2025) derkeve.
Agahiyên berfireh li jêr in.
HALIM YOUSSEF: Liebe im Schatten der dunklen Flaggen
birgit-boellinger.com/2025/08/17/hal…
Halim Youssef (@halimyoussef20) 's Twitter Profile Photo

Îro li Qamişlo pirtûkxaneya "Şilêr" vebû Pîroz be Li pirtûkxanê 7000 pirtûk hene Berî niha ev cih "Navenda çanda erebî bû" û zimanê kurdî lê qedexe bû. Kurdan berê gotine: Gîha di bin keviran de namîne.

Halim Youssef (@halimyoussef20) 's Twitter Profile Photo

Çekên di destên kurdan de, di Sûriye ya îro de garantiya jiyana wan e. Bê çek tenê yek rê li ber me vekirî dimîne, ew jî qirkirine. Yên di van mercan de ji me dixwazin em çekên xwe deynin, ew deriyên mirinê li ber me vedikin. Heta niha ti hêviya jiyaneke bi hev re û birûmet, nîne

Halim Youssef (@halimyoussef20) 's Twitter Profile Photo

Êdî xewnên me yên biçûk li Rojava pêktên. Bi hêviya pêkhatina xewna mezin. Hemû berhemên min bi çapeke nû li Qamişlo derdikevin Jinên qatên bilind

Halim Youssef (@halimyoussef20) 's Twitter Profile Photo

Piştî 26 salan"Sobarto" yekem car li cihê jidayikbûna xwe hat weşandin. ..... Hemû berhemên min bi çapeke nû li Qamişlo derdikevin

Halim Youssef (@halimyoussef20) 's Twitter Profile Photo

Çi jê xweştir mirov zarok be û bi sirûda xwe ya netewî sala xwe ya xwendinê ya nû destpêbike. Îro li 3 hezar û 647 dibistanên herêma xweser ya rojavayê Kurdistanê û bakur rojhilatê Sûriyê 713,554 zarokî, her zarokek bi zimanê xwe, dest bi sala xwendinê ya nû kirin. Pîroz be.

Halim Youssef (@halimyoussef20) 's Twitter Profile Photo

Ez vê şemiyê li bajarê Gießen ê Elmanyayê me Roja şemiyê 20.09.2025, demjimêr: 16:00 ez ê ligel şêwekar û nivîskar Yehya Silo em ê behsa berhemên xwe yên wêjeyî bikin û pirtûkên xwe ji hezkiriyên wêjeyê re imze bikin. Navnîşan li jêr e. Vexwendin ji bo her kesî ye.

Ez vê şemiyê li bajarê Gießen ê Elmanyayê me
Roja şemiyê 20.09.2025, demjimêr: 16:00 ez ê ligel şêwekar û nivîskar Yehya Silo em ê behsa berhemên xwe yên wêjeyî bikin û pirtûkên xwe ji hezkiriyên wêjeyê re imze bikin.
Navnîşan li jêr e.
Vexwendin ji bo her kesî ye.