Nûdem Hezex (@hezexnudem) 's Twitter Profile
Nûdem Hezex

@hezexnudem

soundcloud.com/nudem?ref=clip…

nudemist.blogspot.com/?m=1

ID: 1023529576717320193

linkhttp://www.youtube.com/c/NûdemHezex calendar_today29-07-2018 11:24:02

14,14K Tweet

2,2K Followers

396 Following

Nûdem Hezex (@hezexnudem) 's Twitter Profile Photo

poreke spî wek berfa Cûdî rengê titûnê ketîye ser lêvan bi dilekî germ Apê Mûsa sîya çinarê xeweke şêrîn ji wî rûyê ro ji wan çavên zaro çayeke qaçax divim wexwim lo

Nûdem Hezex (@hezexnudem) 's Twitter Profile Photo

Orhan Pamuk bi kurdî romanan binivîse em ê j'ê re bibêjin "Nivîskarê kurd"? NA. Netewa edebîyatê nîne; zimanê edebîyatê heye. Loma; bitirkînivîsîn Yavuz Ekinci nake tirk...

Nûdem Hezex (@hezexnudem) 's Twitter Profile Photo

Kurdî ne zimanê xwendinê ye, zimanê nivîsînê ye. (Ez gelek nivîskaran nas dikim 40 pirtûk bi kurdî nivîsîne lêbelê 2 pirtûkên bi kurdî nexwendine. ) Mirov bi kîjan zimanê BİXWÎNE xismeta wî zimanî dike. Kesên bi KURDÎ dixwînin û bi KURDÎ dinivîsînin nivîskarên kurdî ne.

Nûdem Hezex (@hezexnudem) 's Twitter Profile Photo

ş e k i r ê y a d ê wê digot ya rebbî şikir min digot ya rebbî şekir berê min li wê bû yê wê li xwedê wê digot şikir min digot şekir û em li cem hev rûdiniştin me bêrîya hev dikir

ş e k i r ê    y a d ê

wê digot ya rebbî şikir
min digot ya rebbî şekir
berê min li wê bû
yê wê li xwedê
wê digot şikir
min digot şekir
û em li cem hev rûdiniştin
me bêrîya hev dikir
Nûdem Hezex (@hezexnudem) 's Twitter Profile Photo

Ev roman nola aranjekirina stranekê hate nivîsîn; qeyda pîlot, metronom, nota, akord, ped, fon, atmosfer, ritim, bas û estrûman; helbet bi miks û mastering... Dîyarî ji bo #NûdemDurak û pîrozkirina 50salîya Şivan Perwer û hemû MUSÎKBÊJ û DILBÊJên zimanê kurdî yên ji dil.

Nûdem Hezex (@hezexnudem) 's Twitter Profile Photo

1000 kes dikarin Bİ HEV RE filîmekê temaşe bikin; 1000000 kes dikarin Bİ HEV RE stranekê gûhdarî bikin. XWEndin ne wisa ye; du kes nikarin Bİ HEV RE romanekê bixwînin. Loma teybetîyeke XWEndinê heye. Dema XWEnde diXWîne ne Kafka ye, ne Joyce ye… XWE ye. na kitap

1000 kes dikarin Bİ HEV RE filîmekê temaşe bikin; 1000000 kes dikarin Bİ HEV RE stranekê gûhdarî bikin. XWEndin ne wisa ye; du kes nikarin Bİ HEV RE romanekê bixwînin. Loma teybetîyeke XWEndinê heye.  Dema XWEnde  diXWîne ne Kafka ye, ne Joyce ye… XWE ye.
<a href="/WesanenNa/">na kitap</a>
Nûdem Hezex (@hezexnudem) 's Twitter Profile Photo

Carinan karekter xwe bi nivîskaran didine nivîsandin, hin caran jî nivîskar xwe bi karekteran… Xwende, li her du rewşan jî bi dilê xwe dibînin û bi çavên xwe dixwînin. XWENDEyên kurdî kêm in lê bi qalîte ne. Mala we hezar caran ava na kitap nayayinlari.com/index.php?rout…

Nûdem Hezex (@hezexnudem) 's Twitter Profile Photo

Ji bo vê romanê çûme 2 qursên zimanê ALMANÎ û asta B1ê. –– Nein, nein, ich suche nicht wie alle anderen im Dunkeln nach einer Kerze; In meinem Herzen gibt es eine Kerze, die niemals erlischt. Ich halte diese Kerze in meiner Hand und suche nach meiner Dunkelheit. mala te ava.

Nûdem Hezex (@hezexnudem) 's Twitter Profile Photo

No, no, I am not looking for a candle in the darkness like everyone else; There is a candle in my heart that never goes out, I take that candle in my hand and search for my darkness. na kitap

No, no, I am not looking for a candle in the darkness like everyone else; There is a candle in my heart that never goes out, I take that candle in my hand and search for my darkness.
<a href="/WesanenNa/">na kitap</a>
Nûdem Hezex (@hezexnudem) 's Twitter Profile Photo

e y n i k a k o r ji koran hez nakin eynik dibêjin ew me nabînin kor ji eynikan hez dikin dibêjin ew me nabînin mirov xwe li rûyên mirovan eynik xwe li rûyên eynikan nabînin loma eynik ji eynikan kor ji koran hez nakin

e y n i k a     k o r

ji koran hez nakin eynik
dibêjin ew me nabînin
kor ji eynikan hez dikin
dibêjin ew me nabînin

mirov xwe li rûyên mirovan
eynik xwe li rûyên eynikan nabînin
loma
eynik ji eynikan
kor ji koran hez nakin