Arjen Arî (@arjenari19561) 's Twitter Profile
Arjen Arî

@arjenari19561

Ev hesab ji hêla xwendekarekî mamosteyê nemir Arjen Arî ve hatiye vekirin.

ID: 1321773663251816448

calendar_today29-10-2020 11:19:42

58 Tweet

1,1K Takipçi

1,1K Takip Edilen

Arjen Arî (@arjenari19561) 's Twitter Profile Photo

...Nêçîrvanê zimanê kurdî me ji kurdê pê ve ne l’ dû ti kesî me Kurd bûme, kurdî jî me, kurd dimirim xweşxwan im, ristevan im, şairê vî gelî me… (HEFTÊ Û DU NEFÎ) #ArjenArî #21êSibatêRojaZimanêZikmakîYaCîhanê #RojaZimaneZikmakiYaCihane

...Nêçîrvanê zimanê kurdî me
ji kurdê pê ve ne l’ dû ti kesî me
Kurd bûme, kurdî jî me, kurd dimirim
xweşxwan im, ristevan im, şairê vî gelî me…

(HEFTÊ Û DU NEFÎ)
#ArjenArî 
#21êSibatêRojaZimanêZikmakîYaCîhanê #RojaZimaneZikmakiYaCihane
Arjen Arî (@arjenari19561) 's Twitter Profile Photo

Şêr hene şêrgele hene kû ew şêrê gelê xwe ne dûhî hebûn, îro hene miribin hin şehîd ketibin gorna wan helbesta min e ne di binê axa sar dene? (Şİ’İR Û SÎNOR) #ArjenArî Rojbûna te pîroz be şêrgeleyê helbesta Kurdî... Arjen Arî 65 salî ye...

Şêr hene şêrgele hene
kû ew şêrê gelê xwe ne
dûhî hebûn, îro hene
miribin hin şehîd ketibin
gorna wan helbesta min e
ne di binê axa sar dene?

(Şİ’İR Û SÎNOR)
#ArjenArî

Rojbûna te pîroz be şêrgeleyê helbesta Kurdî...
Arjen Arî 65 salî ye...
Arjen Arî (@arjenari19561) 's Twitter Profile Photo

Pênûs şûr xwînê dirêje, hibirrêj e pênûs li qada şerkeriyê xweşvebêj e pênûs seran jêke jî ji stû roj tê kuh dibe şûr tacan bê ser dihêle b’ mertalê peyvê pênûs (Şİ’İR Û SÎNOR) #ArjenArî

Pênûs

şûr xwînê dirêje, hibirrêj e pênûs
li qada şerkeriyê xweşvebêj e pênûs
seran jêke jî ji stû roj tê kuh dibe şûr
tacan bê ser dihêle b’ mertalê peyvê pênûs

(Şİ’İR Û SÎNOR)
#ArjenArî
Arjen Arî (@arjenari19561) 's Twitter Profile Photo

yarê bihar e! Sed pîvok der bûn, sed kulîlk zer bûn sortir vebûne yek ji yekê. Ev xec e ev lîloz ev bûka pembî... seqem tenibî, roj dibişire yarê, ka bêje kîjan kulîlkê bixim berbiska te!.. ... (EV ÇIYA RÛSPÎ NE) #ArjenArî

yarê bihar e!

Sed pîvok der bûn, sed kulîlk zer bûn
sortir vebûne yek ji yekê.
Ev xec e ev lîloz ev bûka pembî...
seqem tenibî, roj dibişire
yarê, ka bêje
kîjan kulîlkê bixim berbiska te!..
...

(EV ÇIYA RÛSPÎ NE) 
#ArjenArî
Arjen Arî (@arjenari19561) 's Twitter Profile Photo

em li ser riya nemirtiyê rêwî ne em li hêviya roja dawî bengî ne em ne mitrib in ne jî çengî; li dû Xanî sefarê sifrê sor zarê Cizîrî ne em (EFENDÎNO) #ArjenArî

em

li ser riya nemirtiyê rêwî ne em
li hêviya roja dawî bengî ne em
ne mitrib in ne jî çengî; li dû Xanî
sefarê sifrê sor zarê Cizîrî ne em

(EFENDÎNO) 
#ArjenArî
Arjen Arî (@arjenari19561) 's Twitter Profile Photo

girîzgeh min ziman kir kefaret di ber şîrî de min xwîn kir kefaret di ber şûrî de serê m’ neçimiya, enî nizm nebû ne ji Zahirî re û ne ji tûrî re (EFENDÎNO) #ArjenArî

girîzgeh

min ziman kir kefaret di ber şîrî de
min xwîn kir kefaret di ber şûrî de
serê m’ neçimiya, enî nizm nebû
ne ji Zahirî re û ne ji tûrî re

(EFENDÎNO) 
#ArjenArî
Arjen Arî (@arjenari19561) 's Twitter Profile Photo

Bikene bikene, xemgîn mebe li vê dinê rojek me be roja min î tu, ku roj nebe bikene, roj dikene bikeve pişt ewran jî roj rûroja min, porroja min tu pertew pertew li dil vebe bikene, roj dikene bikeve pişt ewran jî roj tîrêj tîrêj li dil hilê, tu bikene! (HEFTÊ Û DU NEFÎ) #AA

Bikene

bikene, xemgîn mebe
li vê dinê rojek me be
roja min î tu, ku roj nebe

bikene, roj dikene
bikeve pişt ewran jî roj
rûroja min, porroja min
tu pertew pertew li dil vebe

bikene, roj dikene
bikeve pişt ewran jî roj
tîrêj tîrêj li dil hilê, tu bikene!

(HEFTÊ Û DU NEFÎ)
#AA
Weşanên Sor (@wesanen_sor) 's Twitter Profile Photo

AGAHDARÎ! AGAHDARÎ! PÊŞBIRKA HELBESTAN A ARJEN ARÎ BI ENCAM BÛ. Welat Esen hêjayî xelata helbestê hate dîtin. Kadir İnanır hêjayî xelata rûmetê hate dîtin. EM HERDUYAN JÎ PÎROZ DIKIN!

AGAHDARÎ! AGAHDARÎ!
PÊŞBIRKA HELBESTAN A ARJEN ARÎ BI ENCAM BÛ.
Welat Esen hêjayî xelata helbestê hate dîtin.
Kadir İnanır hêjayî xelata rûmetê hate dîtin.
EM HERDUYAN JÎ PÎROZ DIKIN!
Arjen Arî (@arjenari19561) 's Twitter Profile Photo

dem payîz e ba qulipî hîv tê werbû havîn hişk bû stran kerr bû madê payîzê re zer bû şeqitî dem li dor û darê hinar sor in bîhok zer e li dû quling qaz koçber e bi gûzê re j'gûn diwere gewez bûn pel li çinarê … (EV ÇIYA RÛSPÎ NE) #ArjenArî

dem payîz e

ba qulipî hîv tê werbû
havîn hişk bû stran kerr bû
madê payîzê re zer bû
şeqitî dem li dor û darê

hinar sor in bîhok zer e
li dû quling qaz koçber e
bi gûzê re j'gûn diwere
gewez bûn pel li çinarê
…

(EV ÇIYA RÛSPÎ NE) 
#ArjenArî
Komeleya Wêjekarên Kurd (@komeleyak) 's Twitter Profile Photo

Komeleya Wêjekarên Kurd Koma Helbestê ya Amedê Bîranîna Helbestkar Arjen Arî Cih: Komeleya Wêjekarên Kurd Dîrok: 30.10.2021/Şemî Saet:18.30

Komeleya Wêjekarên Kurd

Koma Helbestê ya Amedê

Bîranîna Helbestkar Arjen Arî

Cih: Komeleya Wêjekarên Kurd

Dîrok: 30.10.2021/Şemî

Saet:18.30
Arjen Arî (@arjenari19561) 's Twitter Profile Photo

Kê negot, ax! û neçû? Kî nebû ax… û neçû? Felek qajikê bicû Arjen jî dilbidax neçû? #ArjenArî Em bêriya te dikin…

Kê negot, ax! û neçû?
Kî nebû ax… û neçû?
Felek qajikê bicû
Arjen jî dilbidax neçû?

#ArjenArî
Em bêriya te dikin…
Arjen Arî (@arjenari19561) 's Twitter Profile Photo

Kê negot, ax! û neçû? Kî nebû ax… û neçû? Felek qajikê bicû Arjen jî dilbidax neçû? #ArjenArî Em bêriya te dikin…

Kê negot, ax! û neçû?
Kî nebû ax… û neçû?
Felek qajikê bicû
Arjen jî dilbidax neçû?

#ArjenArî
Em bêriya te dikin…