Rohat Alakom(@RAlakom) 's Twitter Profileg
Rohat Alakom

@RAlakom

Nivîskar

ID:1082065068739694592

linkhttps://www.gazeteduvar.com.tr/editor/rohat-alakom calendar_today07-01-2019 00:03:10

2,0K Tweet

11,7K Takipçi

1,9K Takip Edilen

Rohat Alakom(@RAlakom) 's Twitter Profile Photo

Têkiliyên kurd û tirkan yên cihêreng bandora xwe li ser kontaktên zimanî yên herdu netewan jî hîştiye. Hin tişt ji zimanê kurdî ketine nav zimanê tirkî, wek vê biwêjê: 'Ya herru, ya merru' , kurdîya wê: 'Ya hero ya mero' (mero: neçe). Wêne: nexşekî hîcwî, Cumhuriyet, 11-1-1944.

account_circle
Rohat Alakom(@RAlakom) 's Twitter Profile Photo

Tîma futbolê ya Amedspora ku ji golan têr nedibû, di dawiya dawiyê de bû şampiyon. Pîroz be! Ev şabûn û kêfxweşiya mezin demekê dê başo, wan heq kiriye. Spas Amedspor!

Di 2007an de pirtûkeke gelek xweşik bi çapeke kalîte li Tirkiyê derketiye (li rastê). Di pirtûkê de qasî 15 wênên Bedirxaniyan yên kevin jî cîh girtine. Di rûpel 103an de Emîn Alî Bedirxan ligel hersê lawên xwe xuya dike, yê li rastê Celadet, yên din Sureya û Kamiran e (rûniştî)

Cemal Alemdar wek xwendekar tê Swêdê (1965). Di demeke kurt de ligel kes û dezgehên welatên Bakûrî pir têkilî pêk anîne. Di 1970yî de wek temsîlkarê Konseya Şoreşa Kurdistana Iraqê tê tayînkirin (Binêre belga li rastê). Li çepê ew ligel Serekê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî.

Bav û kur du heyranên dîrok û çanda bajarê Rihayê (Edessa, Urfa). Reşît Rastgeldî ku demekê bûye serekê Şaredariya Rihayê (1954-55) pirtûka 'Hezretî Îbrahîm û Riha' (1969), kurê wî Selahaddîn Rastgeldî ku di 1947an de hatiye Swêdê jî bi navê 'Edessa' (1971) pirtûkek din nivîsîye.

Min zaroktî û xortaniya xwe li Qaxizmanê derbas kir. Ev bajarokê li jêr gulvedayî jî nîşan dide ku êdî bahar e. Piraniya daran, darên zerdele û sêvan in. Qaxizman bi sêvên xwe yên dirêj navdar e. Berê gelek baxçeyên mezin li vir hebûn, mal ji dûr ve di nav daran de winda dibûn!

Wênekî nû yê hunermenda dansê. Li gorî kovareke swêdî Prenseseke kurd Leyla Bedirxan bi dansên xwe yên nedîtî (şahane) li Îtalyayê balkêşiyê peyda dike (Var 8 Dag, 26-8-1928).

Nivîsa min ya kurdî 'Hevdîtina du Qersîyan: Yêgîşê Çarênts û Erebê Şemo li Rewanê' ku di Gazete Duvar de derketibû (24-4-2022) vê carê bi wergera tirkî di rojnama Agos de hat weşandin. Devranê Qersî ku li Îzmirê dijî ev nivîs û bîranîna Ereb Şemo wergerande tirkî, spasî wî dikim.

Elîyê Evdilrehman (1920-1994) li Wanê hatiye dinê. Pêşiyê romana Gundê Mêrxasa nivîsî. Serhildana Agiriyê bû mijara romaneke din. Xatê Xanim ji du serhatiyan pêk tê, lê ji aliyê hin kesan de wek 'roman' hat hesibibîn! Wêne: Ligel dayîka xwe û bergê pirtûka Xatê Xanim (li rastê)

Dema Komara Kurdistanê yan jî Komara Mahabadê saz dibe rojnameyên tirkî qala tevgera 'Kurdistana Azad' (Hür Kürdistan) û 'Kurdistana Mezin' (Büyük Kürdistan) dikin. Li gorî agahiyên rojnameya Taninê ev tevgera kurdan ji Rusyayê alîkariyê werdigre (Tanin, 4-4-1946)

Dema Şex Seîd Efendî tê girtin rojnameke swêdî nivîseke balkêş: 'Nezaketa Rojhilatî' diweşîne, nivîs li ser nezaket û qehremaniya Şêx Seîd Efendî ye. Di cîhekî nivîsê de tê gotin ku 'Nezaket di xwîna rojhilatiyan de heye... ew nikare bibe tiştekî din' (Jämtlandsposten, 13-6-1925)

Serekê Rêxistina Azadiyê Xalit Begê Cibrî herweha bûye mijara serhatîke nivîskarê tirk Demir Özlü: 'Mirina Xalit Begê Cibrî' (1974). Ew, qala telikê Xalit Begê Cibrî dike ku bi rêya mezatê 80 zêrî hatiye firotin. Xalit Begê Cibrî di 14-4-1925an de li Bitlîsê tê gulebarankirin.

Welî Sebrî rêzeromaneke ji pênc cildan pêkhatî dinivîse, sê cildên wê derketine jî. Niha li ser cildên din kar dike. Yek ji lehengên sereke Xalit Begê Cibirî ye. Berî 25 salan çend romanên kurdî li Bakûrê Kurdistanê hebûn, lê niha hejmara wan pir zêde bûye, çi dilşahîke mezin!

Waar TV bi navê Ahenga Cejna Remezanê (2024) bernameke gelek xweş bi pêşkêşkirina Mehtî Mutlu amade kiriye. Mêvanên Mehtî vê carê ev kes in: Dengbêj Kazo û keça wî Rêzan Şîrvan ji Wanê û Serdar Canan ji Colemêrgê ye.

twitter.com/MehdiMutlutv

Waar TV bi navê Ahenga Cejna Remezanê (2024) bernameke gelek xweş bi pêşkêşkirina Mehtî Mutlu amade kiriye. Mêvanên Mehtî vê carê ev kes in: Dengbêj Kazo û keça wî Rêzan Şîrvan ji Wanê û Serdar Canan ji Colemêrgê ye. twitter.com/MehdiMutlutv
account_circle
Rohat Alakom(@RAlakom) 's Twitter Profile Photo

Cejna we ya remezanê bi dil û can bimbarek dikim. Dema em zar bûn, em timê hêviya vê cejnê bûn. Me jê re digot 'Eyda Şekirok'. Mirov diçû kîjan malê bo eydanê, wan şekirok didan me. Me berîk û gepên xwe tijî şekirok dikir. Qendana me ya şekirok li jêr e, fermo hûn jî tam bikin!

Hunermend Pervîn Çakar duh êvarê li Stockholmê bi perçên zimanên cihê şahîke xweş pêşkêşî me kir, hin ji wan kurdî bûn: Çîyayên me, Lo Şivanê, Ez kevok im. Ivetta Irkha (ji Ukranyayê) jî bi pîyanoyê hevaltî kir. Bi ya min vê yekê rengekî dostaniya kurd û ukraniyan jî pêk dianî!

Nivîseke Serdar Şengul ku dewlet û edebîyatê tîne bal hev û niqaş dike. Dewletê wek hêlînekê dinirxîne bo edebîyat û hunerê. Qazî Mihemed di herdu wênên jêr de ligel nivîskarên kurd Hejar Mukrîyanî û Hêmin xuya dike. Herdu wêne jî tiştina dibêjin!

botantimes.com/destpekeke-sik…

Nivîseke Serdar Şengul ku dewlet û edebîyatê tîne bal hev û niqaş dike. Dewletê wek hêlînekê dinirxîne bo edebîyat û hunerê. Qazî Mihemed di herdu wênên jêr de ligel nivîskarên kurd Hejar Mukrîyanî û Hêmin xuya dike. Herdu wêne jî tiştina dibêjin! botantimes.com/destpekeke-sik…
account_circle
Rohat Alakom(@RAlakom) 's Twitter Profile Photo

Hunermendek ji Wanê: Egîtê Cimo, malbata wî di dawiya Şerê Yekem yê Cîhanê de koçberî Rewanê kiriye. Li jêr em mûzîka kilama Bêrîvanê bi meya Egîtê Cimo pêşkêşî 'xelqê Behra Wanê' dikin ku ev du-sê roj in şîn û şahiyê bi hev re dijî!

youtube.com/watch?v=_8jGEE…

account_circle
Rohat Alakom(@RAlakom) 's Twitter Profile Photo

Di salên 1970yî de min strana 'Mamma mia' dibihîst. Lê ez hatim Swêdê hînbûm ku straneke koma ABBAyê ye, ji tîpên pêş yên navên wan pêk tê. Di sala 1974an de agirê wê li hemû dinê belav dibe. Li rastê Benny Andersson bi akardeona xwe tevî roja piştgiriya Kurdîstanê dibe (1991).

Hunermend Egîtê Cimo (1932-2019) wek hostayê bilûr, mey û fîqê hatiye nasîn. Di sala 1962an de dest bi Zankoya Mûzîkê ya li ser navê Romanos Melîkyan dike. Bi salan di Radyoya Rewanê de kar kiriye. Malbata wî di 1918an de ji aliyê Wanê koçberî Rewanê kiriye (Rêya Teze, 23-1-1966)