Rohat Alakom (@ralakom) 's Twitter Profile
Rohat Alakom

@ralakom

Nivîskar

ID: 1082065068739694592

linkhttps://www.gazeteduvar.com.tr/editor/rohat-alakom calendar_today07-01-2019 00:03:10

2,2K Tweet

12,12K Followers

2,2K Following

Rohat Alakom (@ralakom) 's Twitter Profile Photo

Şewket Turan di orta gora dayîka xwe Emîne û bavê xwe Hakkî Turan de li gundê Wezrînê ji nû ve hatiye definkirin. Gora wan berê li Heskîfê bû. Şewket Turan welatparêzekî kurd yê naskirî û endamê "Koma 49an" bû, di 1959an hatiye girtin (Ji arşîva kurê wî Prof. Dr. Îbrahîm Turan)

Bi navê "Mala Mûze û Çandê ya Qazî Mihemed" li gundê Mewrekê (Dîgor/Qers) saziyek vebû. Nivîskar û ronakbîrê kurd Mehmûd Alinak ku ji vî gundî ye di vekirina vê saziyê de axaftinek pêşkêş kir (13-7-2025)

Di salên 1930yî de du nûçeyên di derbarê timên futbolê yên bajarên Amed û Mêrdînê de. Navên tîman wiha bûne: Diyarbekir Ayspor û Mardin Türkgücü. Navê tîma Mêrdînê balê dikşîne: Türkgücü (Hêza tirk)…Ji çepê: Vakit Gazetesi, 26-10-1932 û Tan Gazetesi, 31-7-1937.

Pirtûka nivîskara swêdî Asrid Lindgren ya bi navê Pîppîya Goredirêj îsal 80 saliya xwe tijî dike. Ev pirtûka zarokan cara yekem di 1945an de derketiye û heta niha bi wergera 100 zimanan hatiye weşandin. Çend çapên wê yên bi kurmancî jî hene (çapa çepê 1982, çapa rastê 2009).

Îro çûm seredana gorên parêzer Veysî Zeydan (Bitlîs, 1937-2024) û bazirgan Zekî Kaya (Bazîd, 1947-2020) ku li Stockholmê li heman goristanê, nêzî hev hatine definkirin. Kevirên gorên herduyan jî bi sembolên çiya û rojê hatine xemilandin. Min bîra van heval û serhediyan kiriye!

Rojnamek tirkî dinivîse ku li Mêrdînê Komela Belavkirina Zimîn hat vekirin û dibê: “Heroj xelatên giranbiha ji endamên malbatên ku herî zêde gotinên tirkî hîn dibin, tên dayîn” (Son Posta, 28-8-1934). Li rastê tîma "Mardin Türkgücü" ku pişgiriyê dide komelê (Son Posta, 2-11-1937)

Jan Arî Sarhan di vîdeoya jêrîn de ligel stranbêj Nermîn Şewqî ku bi koka xwe kurd e distrê. Nermîn Şewqî paşê ji Şamê koçberî Libnanê kiriye. Wan hin kilamên bi zimanê cihê bi hevahengiyek hunerî tevî hev kirine û bi awakî cihê distrên: youtube.com/watch?v=T4f7LR…

Jan Arî Sarhan di vîdeoya jêrîn de ligel stranbêj Nermîn Şewqî ku bi koka xwe kurd e distrê. Nermîn Şewqî paşê ji Şamê koçberî Libnanê kiriye. Wan hin kilamên bi zimanê cihê bi hevahengiyek hunerî tevî hev kirine û bi awakî cihê distrên:

youtube.com/watch?v=T4f7LR…
Rohat Alakom (@ralakom) 's Twitter Profile Photo

Vê êvarê min bîhist ku doxtor Mem Xelikan îro wefat kiriye. Yek ji wan nivîskarên kovara Bîrnebûn bû. Helbest dinivîsîn, perçên folklora kurdî berhev dikirin... Ne diwestiya. Çûm Anatoliya Navîn bûm mêvanê wî (2002), ev wêneyê jêr ji wê demê ye. Em ê gelek bîra wî bikin!

Hunermend Perwîn Çakar xwe amadeyî payîzê dike (Li Serhedê dibêjin tivdarekê xwe dike). Ew ê êvara 17ê Cotmehê 2025 li Amedê konserekê pêşkêş bike. Deriyê Mêrdînê li Dîyarbekirê tim jê re vekirî ye! Hêvî dikim bi vî awayî têkiliyên çandî yên Amed û Mêrdînê jî xurttir bibin.

Ev karîkatûrê tirkî di dema Serhildana Agiriyê de hatiye weşandin. Di binê karîkatûrê de van gotinan cîh girtiye: "Kesên ku dilîzin û kesê ku dide lîstin!" (Cumhuriyet, 7-12-1930). Kesê herî jorê ku dilîze kurdek e. Kesê ku li herî jêrê wan dide lîstin jî Îngîltere ye.

Endamê Partiya Karkeran li Îngîlterê Philip Price ku piştî lêkolînên xwe yên li Iraq, Îran û Qefqasyayê gotiye ku “Tenê rûsan pirsgirêka kurdan çareser kir” (Endast ryssarna har löst kurdproblemet) û wek mînak jî wî rewşa kurdên Sovyetê daye (Expressen, 24/4 1946)

Bergên du pirtûkên kurdî: Li çepê: Efrandina Ewlin (Rewan, 1932). Di vê berevoka pêşin de berhemên Beşa Nivîskarên Kurd ya Yekitiya Nivîskarên Ermenîstanê cîh girtine. Li rastê: Emoê Kurmanc (Rewan, 1955). Berevoka wergerên kurdî yên hin berhemên nivîskarê ermen Avetîk Îshakyan

Bergên du pirtûkên kurdî: 
Li çepê: Efrandina Ewlin (Rewan, 1932). Di vê berevoka pêşin de berhemên Beşa Nivîskarên Kurd ya Yekitiya Nivîskarên Ermenîstanê cîh girtine.
Li rastê: Emoê Kurmanc (Rewan, 1955). Berevoka wergerên kurdî yên hin berhemên nivîskarê ermen Avetîk Îshakyan
Rohat Alakom (@ralakom) 's Twitter Profile Photo

10 sal li ser mirina Alan Kurdî re derbas bûn. Pêlên avê bedena vî zarokê 3 salî avîtibû qiraxê Behra Egeyê. Malbata Alan dixwest koçî Ewrûpayê bike. Nebû! Alan bû mijara berhemên hûnerî. Aktîvîsta mafên penaberan Emi Mahmoud jî bo Alan helbestek nivîsî: facebook.com/watch/?v=10155…

10 sal li ser mirina Alan Kurdî re derbas bûn. Pêlên avê bedena vî zarokê 3 salî avîtibû qiraxê Behra Egeyê. Malbata Alan dixwest koçî Ewrûpayê bike. Nebû! Alan bû mijara berhemên hûnerî. Aktîvîsta mafên penaberan Emi Mahmoud jî bo Alan helbestek nivîsî: 

facebook.com/watch/?v=10155…
Rohat Alakom (@ralakom) 's Twitter Profile Photo

Laqirdî û henekên çînîyan jî zef baş in, guh bidin gotinên vê keçka beşerxweş: ”Ez ne bi tenê bi kurdî dipeyîvim, ez bi îngîlîzî, fransî, erebî, çînî dipeyîvim, gelek ziman. Lê ji ber vê, hin kurd naxwazin bibin hevalê min. Çima? Ji ber ku hûn (ew) difikirin ez casûs im!”

Rohat Alakom (@ralakom) 's Twitter Profile Photo

Paşnavê Abdullah Cevdet carina wek Karlıdağ (Çîyayê Biberf) tê nivîsin. Ev paşnav bûye perçekî navê pirtûka "Karlı Dağdan Ses" (1931) û di çarikeke wî de jî derbas dibe (rûp.169). Tê gotin ku malbatê ev paşnav di sala 1934an de dema Qanûna Paşnavan ji navê vê pirtûkê wergirtiye.

Bêkes û Rezazî herdu jî bi salan li Swêdê jîyan, bûn perçekî çanda kurdên vî welatê Bakûr. Dema malbarkirinê hatibû, vê carê koçî Başûrê kirin…

Rohat Alakom (@ralakom) 's Twitter Profile Photo

Perwîn Çakar vê payîzê berê xwe dide Serhedê, cara pêşîn diçe bajarê me Qersê, bajarê mekanên romana Orhan Pamuk Berf (Kar) bo konserekê pêşkêş bike (21-10-2025). Belê "berfekurdên Qersê" ji niha ve bêsebir benda vê mêvana xwe ya ezîz in (Li rastê îllustrasyoneke Qersê ya kevn)

Ev hevpeyvîna ligel endamên malbata Aramê Tîgran berî 60 salan dema ew koçberi Ermenîstanê dikin ji aliyê nivîskar Emerîkê Serdar de hatiye çêkirin (Rêya Teze, 3-8-1966). Hevpeyvîn ligel çend notên min iro di malpera İlketv de hat weşandin: ilketv.com.tr/iki-omrun-tani…

Ev hevpeyvîna ligel endamên malbata Aramê Tîgran berî 60 salan dema ew koçberi Ermenîstanê dikin ji aliyê nivîskar Emerîkê Serdar de hatiye çêkirin (Rêya Teze, 3-8-1966). Hevpeyvîn ligel çend notên min iro di malpera İlketv de hat weşandin: 

ilketv.com.tr/iki-omrun-tani…
Rohat Alakom (@ralakom) 's Twitter Profile Photo

Karikatûrekî tirk di derbarê Serhildana Agiriyê de, berî 95 salan hatiye weşandin (Rojnama Yeni Köroğlu 16-7-1930)