Zana Farqînî (@farqiniz) 's Twitter Profile
Zana Farqînî

@farqiniz

Navê zimanê min ji navê hebûna min tê.

Ecibandina twîtan ne nîşana beşdariya li fikiran e.

ID: 1571589951665356803

calendar_today18-09-2022 20:00:30

5,5K Tweet

14,14K Followers

400 Following

Zana Farqînî (@farqiniz) 's Twitter Profile Photo

govend girtin/gerandin, dîl girtin, dîlan girtin û baz dan. Ev hemû hevmanayên hev in. Lê gava min cara ewilî bi manaya govendgirtinê peyva bazdanê bihîstibû, ji min re pir ecêb hatibû. Tew di hin devokan de îcar ji bo revê dibêjin bazdan. Lê bazdana me berginda "bezîn"ê ye.

Zana Farqînî (@farqiniz) 's Twitter Profile Photo

Min carekê pareve kiribû, berginda dawetê ya bi kurmancî bûy (bû) ye. Ew li Dêrsim, Dep û Sêwazê tê bikaranîn. Gelo li deverên din jî heye û gotinên pê ve eleqedar çi hene?

Zana Farqînî (@farqiniz) 's Twitter Profile Photo

Kêf û zewqa ku mirov ji kirina karê xwe digire, teqdîr û şêkirîna ji ber xebata ku mirov kiriye û manewiyata ji ber van, ji mirov re dibin darên binçengan. De îcar ku ew jî nebin, weylik li halê mirov…

Komîsyona Ziman û Çandê/Komîsyonê Ziwan û Kulturî (@demzimancand) 's Twitter Profile Photo

Di girtîgehan de axaftina bi Kurdî hatiye qedexekirin. Em van polîtîkayan bi hevoka “Kamber Ateş nasılsın” nas dikin. Me di salên 90î de çawa li ber dabe îro jî em ê li ber xwe bidin û zimanê xwe biparêzin.

Zana Farqînî (@farqiniz) 's Twitter Profile Photo

Zimanê ku jê nayê fehmkirin, zimanê ku nayê zanîn, zimanekî hoveber û ne yê şaristaniyê, zimanê x.... Niha jî "zimanekî din"... Sala hezar û yekê be, hûn dê ji wê xistîniyê bên xwarê. Hûn dê bi navê me gazî me bikin û navê zimanê me jî bi lêv bikin...

Zana Farqînî (@farqiniz) 's Twitter Profile Photo

Hin lêker di hemû devokan de nîn in, wekî pan/pandinê. Ez te dipêm, yanî ez li hêviya/benda te me. Hin lêker jî hene îcar awayên wan ên pasîf tune ne. Mîna veşartin û veşirînê. Di devoka me de, li şûna "min xwe veşart" em dibêjin "ez veşirîm" jî. Ziman diyardeyeke wiha ye.

Zana Farqînî (@farqiniz) 's Twitter Profile Photo

Ev "bê xer" kî ye ku pê şêwirîne? Helal be ji me re, em ketine çi halî! Em hîn nikarin "hûn bi xêr hatin/HÛN BI XÊR HATIN" jî bi awayekî rast binivîsin!

Zana Farqînî (@farqiniz) 's Twitter Profile Photo

Ez pirsekê ji wan kesan bikim, gelo we bala xwe daye ferhengan? Wek mînak; guhêzer, barguhêz, barkêş, barker, hinare di ferhengên min de hene. Bêyî em li ferhengan binêrin, em rast ne rast peyvan pêşniyaz dikin. Lê pêşî nêrîna li ferhengan pêwîst e û zimanekî xwerû jî nîn e.

Zana Farqînî (@farqiniz) 's Twitter Profile Photo

Ji nêçîra min a Farqînê, ku ev di ferhenga min de tune ne: axurvan bi kakil kirin devî heye ba bi ber nekeve? goyang (goyîn) Îskender e ji eyb û aran der e jê ve tarî bûn li ser gurzê xwe bûn qulp û qulûp xwezî bi xêrkiran ne bi xêrxweran

Zana Farqînî (@farqiniz) 's Twitter Profile Photo

Duh êvarê piştî çend salan bi şûn de ez hîn nû li Farqînê çûm Mala Hirmo daweteke li gund. Xweş bû, lê bêhtir timtêla jinan û govenda wan bala min kişand.

Zimanek çawan dikare zora zimanekî bibe? Mirov dikare ji gelek sedeman behs bike û bibêje ji ber filan û bêvan tiştî, lê gava axêverên wî zimanî xwedîtî lê nekin û berê xwe jê bizivêrin wê hingê kambaxiya mezin dest pê dike. Zeviya zimanê xwe, bi zimanekî din tov meke...