Du peyvên kurdî - Tîp yek in, lê ne mane
1. Par
2. Par
1. Ev çend par in? Du. Yek ya min û yek jî ya te.
Ka para min? Para te me da belengazan.
2. Te par çi kir? Par, ez çûm Kobaniyê. Par pir germ bû. Para çûyî Dîlan zewicî.
Par par e
Ne germ e, ne jî sar e
Kurdî - ÇAND
Çima piraniya dawetan biharê dibe?
Havîn e, şikeft bi bîhn e
Payîz e, şikeft pir zîz e
Zivistan e, şikeft li ber destan e
Bihar e, şikeft gelekî har e
👰💍🧑🏻🏫
Ji kurdî wergerîne zimanekî din ☀️
Êvarbaş :
Şevbaş :
Xewxweş :
*Bala xwe rind bidinê, bi tenê ji bo êvarek, şevek û xewxweşiyekê hûn dê bersivan bidin.
Kî zûtirîn bersiv bide, bila here bihuştê (Colemêrgê)
Kurdî şîrîn e û pir binivîse. Eger em rasttir jî binivîsin, pir baş dibe.
Min a ya bi kumik di alfabeyê de nedît. Çawan kumik hat ser a yê!
Piçekî din bi ber xwe bide, kurdiya te baştir dibe. Min Rast e
Tarî ye : Derve tarî ye.
Birçî ye : Ti kes ne birçî ye.
Tî ye : kî tî ye?
Kurdî - 🥰
1. Xet
2. Xet
1. Xet
- Qîza min, xetekê bîne ku ez nimreya têlefonekê binivîsim.
- Xeteka çawan bavo?
- Xeteke wek bavê te! Keça min xet, kaxez, çawan dibe bila bibe.
2. Xet
Em di navbera we re xetekê bikişînin.
Ez qet neçûme bin xetê.
Hemû cîhan xet bi xet kirine.
Kurdiya şîrîn
Yek : 1
Sitran
Yek sitran
Du sitran
Sê sitran
Yek sitran DIBE : SITRANEK
Y, dikeve û - ek bazdide û tê dawiya sitranê
Sitran + ek = sitranek
Ez, ez im
Zik tijî bez im.
Tu, tu yî
Hemû pirç û mû yî
Ew, ew e
Vexwarina xwe av û dew e
Em, em in
Ne hişk û ne jî nerm in
Hûn, hûn in
Fermo werin rûnin
Ew, ew in
Hemû gotinên wan derew in