Rohat Alakom(@RAlakom) 's Twitter Profileg
Rohat Alakom

@RAlakom

Nivîskar

ID:1082065068739694592

linkhttps://www.gazeteduvar.com.tr/editor/rohat-alakom calendar_today07-01-2019 00:03:10

2,0K Tweets

11,8K Followers

1,9K Following

Rohat Alakom(@RAlakom) 's Twitter Profile Photo

Îro çûm Fridhemsplanê (taxa Stockholmê), li pirtûkxana taxê çavên min li van gotinên kurdî ket: 'Kurmancî-Soranî'. Konseya Çandî ya Dewletê alîkariya çap û belavkirina pirtûkan dike. Ji her pirtûkê 287 heban distîne û wan dişîne her aliyê Swêdê! Statûya kurdî li Swêdê bilind e.

account_circle
Rohat Alakom(@RAlakom) 's Twitter Profile Photo

Nivîskar, ronakbîr û zimanzanê navdar Kamiran Bedirxan (1895-1978) dema hatiye Swêdê (salên 1970yî) dersên kurdî daye komek xwendekar. Berî demeke dirêj me wênekî wî yê din dîsa belav kiribû ku bala şopîneran pir kişandibû. Ev wêne, wênê wî yê duwem ku mamostetiya wî nîşan dide.

Sînorên futbol, muzîk û dansê îro li Amedê zef nêzîkî hev bûn. Amedspor piştî ku bû şampîyon îro kupaya serketinê bi şahîke mezin wergirt. Bi hezaran alîgiran berê xwe dan stadyûmê, gelek hunermendan kilam gotin. Hûn jî li jêr dibînin Pervîn Çakar him distrê, him jî dans dike!

Li rêza yekê Gulî Cewar Axa û li rêza duwem sê pozên kurê wî Elî Eşref Begê xuya dikin. Bav û kur di ordîya rûs de xebitîne. Bi salan li pey wênekî Elî Eşref Begê ketim, nedît. Paşê 3 pozên wî derketin holê! Niha em li ser wan zêde tişt zanin. Ew bi Şemsedînov û Torin tên nasîn.

Zînê, keça Erebê Şemo dema li Sovyetê di ûnîversîteyê de dixwîne (Ji arşîva Henifî Celeplî). Di kovarekê de tê gotin ku 'Doktoraya keça wî Zînê li ser jiyan û karê wî bû' (Kovara Avşîn). Gelo kesî ev têza wê dîtiye? Erebê Şemo qasî 17 salan jîyana xwe li sirgûnê derbas kiriye.

Kurtuluş BAŞTİMAR(@Kbastimar36) 's Twitter Profile Photo

Rohat Alakom, çok kaliteli ve ulaşmakta zorluk çektiğimiz çok kıymetli araştırmaları ile Kürt tarihi, edebiyatı ve kültürüne katkı sağlıyor.

Kendisine yürekten teşekkür ediyorum.

account_circle
Rohat Alakom(@RAlakom) 's Twitter Profile Photo

Wergera tirkî ya nivîsa min 'Hevdîtina du Qersîyan: Yêgîşê Çarênts û Erebê Şemo li Rewanê' berî çend rojan di rojnama Agos'da li ser kaxiz derketibû, ji îro pê ve heman nivîs êdî wek nivîseke dîjîtal jî dikare bê xwendin:

agos.com.tr/tr/yazi/30234/…

account_circle
Rohat Alakom(@RAlakom) 's Twitter Profile Photo

Herdu hunermendên jêhatî vê carê bernama xwe ya hezkirî û kêfdar Berhev (Devjenî) -2 bi rêya YouTube weşandin. Herdu şervanên me yên 'zimantûj' Turan Şen û Şervan Zana ji herêma Wanê ne. Di vê beşa duwem de hin guhartinên cilûbergan dê bala we bikşînin:

youtube.com/watch?v=i5sRah…

account_circle
Rohat Alakom(@RAlakom) 's Twitter Profile Photo

Ez di pêşgotina pirtûka Sîsê de bi kurtî naveroka wê jî didim nasîn (Nûbihar, 2023). Di pirtûkê de evîna Sîsê û Keleş cîh girtiye. Keleşê ku traktorê dajo carcar gilîyan li ber Sîsê re davêje. Sîsê jî êdî qûtiya dilê xwe vedike. Kilama 'Yarê min traktorîst e' li ser zarê wê ye!

account_circle
Rohat Alakom(@RAlakom) 's Twitter Profile Photo

Rojnama kurdî ku li Rewanê derdiket, rûpelê xwe yê pêşîn ji Yekê Gulanê re veqetandiye. LI ser navê rojnamê bi rengê sor: 'Bira Bijî 1-ê Mayê', di binî de jî ev gotin hatine nivîsîn: 'Eyda xebatê, edlayê û biharê' (Rêya Teze, 1-5-1978). Li rastê hejmara 1-ê Gulanê ya sala 1977.

Mamosteke tirk li Geverê/Çolemêrg di şahîkê de dans dike û şagirtên wê jî kilameke kurdî ya populer: 'Malan bar kir' dibêjin. Xemla here xweş dema ba li balonên rengîn yên li jora wan dixe, ew jî qey li gorî muzîkê dilivin û dixwazin 'Malên xwe bar kin'

x.com/rudawturkce/st…

Mamosteke tirk li Geverê/Çolemêrg di şahîkê de dans dike û şagirtên wê jî kilameke kurdî ya populer: 'Malan bar kir' dibêjin. Xemla here xweş dema ba li balonên rengîn yên li jora wan dixe, ew jî qey li gorî muzîkê dilivin û dixwazin 'Malên xwe bar kin' x.com/rudawturkce/st…
account_circle
Rohat Alakom(@RAlakom) 's Twitter Profile Photo

Têkiliyên kurd û tirkan yên cihêreng bandora xwe li ser kontaktên zimanî yên herdu netewan jî hîştiye. Hin tişt ji zimanê kurdî ketine nav zimanê tirkî, wek vê biwêjê: 'Ya herru, ya merru' , kurdîya wê: 'Ya hero ya mero' (mero: neçe). Wêne: nexşekî hîcwî, Cumhuriyet, 11-1-1944.

Tîma futbolê ya Amedspora ku ji golan têr nedibû, di dawiya dawiyê de bû şampiyon. Pîroz be! Ev şabûn û kêfxweşiya mezin demekê dê başo, wan heq kiriye. Spas Amedspor!

Di 2007an de pirtûkeke gelek xweşik bi çapeke kalîte li Tirkiyê derketiye (li rastê). Di pirtûkê de qasî 15 wênên Bedirxaniyan yên kevin jî cîh girtine. Di rûpel 103an de Emîn Alî Bedirxan ligel hersê lawên xwe xuya dike, yê li rastê Celadet, yên din Sureya û Kamiran e (rûniştî)

Cemal Alemdar wek xwendekar tê Swêdê (1965). Di demeke kurt de ligel kes û dezgehên welatên Bakûrî pir têkilî pêk anîne. Di 1970yî de wek temsîlkarê Konseya Şoreşa Kurdistana Iraqê tê tayînkirin (Binêre belga li rastê). Li çepê ew ligel Serekê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî.

Bav û kur du heyranên dîrok û çanda bajarê Rihayê (Edessa, Urfa). Reşît Rastgeldî ku demekê bûye serekê Şaredariya Rihayê (1954-55) pirtûka 'Hezretî Îbrahîm û Riha' (1969), kurê wî Selahaddîn Rastgeldî ku di 1947an de hatiye Swêdê jî bi navê 'Edessa' (1971) pirtûkek din nivîsîye.

Min zaroktî û xortaniya xwe li Qaxizmanê derbas kir. Ev bajarokê li jêr gulvedayî jî nîşan dide ku êdî bahar e. Piraniya daran, darên zerdele û sêvan in. Qaxizman bi sêvên xwe yên dirêj navdar e. Berê gelek baxçeyên mezin li vir hebûn, mal ji dûr ve di nav daran de winda dibûn!

Wênekî nû yê hunermenda dansê. Li gorî kovareke swêdî Prenseseke kurd Leyla Bedirxan bi dansên xwe yên nedîtî (şahane) li Îtalyayê balkêşiyê peyda dike (Var 8 Dag, 26-8-1928).

Nivîsa min ya kurdî 'Hevdîtina du Qersîyan: Yêgîşê Çarênts û Erebê Şemo li Rewanê' ku di Gazete Duvar de derketibû (24-4-2022) vê carê bi wergera tirkî di rojnama Agos de hat weşandin. Devranê Qersî ku li Îzmirê dijî ev nivîs û bîranîna Ereb Şemo wergerande tirkî, spasî wî dikim.

Elîyê Evdilrehman (1920-1994) li Wanê hatiye dinê. Pêşiyê romana Gundê Mêrxasa nivîsî. Serhildana Agiriyê bû mijara romaneke din. Xatê Xanim ji du serhatiyan pêk tê, lê ji aliyê hin kesan de wek 'roman' hat hesibibîn! Wêne: Ligel dayîka xwe û bergê pirtûka Xatê Xanim (li rastê)