Zinarê Xamo-زنارێ خامۆ(@ZinareXamo) 's Twitter Profileg
Zinarê Xamo-زنارێ خامۆ

@ZinareXamo

Zinarê Xamo, ji Wêranşarê.

ID:811618628

linkhttp://zinarexamo.blogspot.se/ calendar_today08-09-2012 20:11:08

29,5K Tweet

14,1K Takipçi

846 Takip Edilen

Zinarê Xamo-زنارێ خامۆ(@ZinareXamo) 's Twitter Profile Photo

Şevé çùnì ji kéfa, ji xeyalén di seré min da xewa min nehat. Béxew im.
Li welaté xwe meriv xwe dilşad his dika, wek seré xwe dabe ser çonga dayika xwe.

account_circle
Zinarê Xamo-زنارێ خامۆ(@ZinareXamo) 's Twitter Profile Photo

Ez ìşev xwe pir dilşa ù bextewar his dikim.
Sibe dora gerré ù dìtina dost ù hevala ye.
Hela binérim ķì ji me ra dibe réber?

account_circle
Zinarê Xamo-زنارێ خامۆ(@ZinareXamo) 's Twitter Profile Photo

Piştì hesreta 10 salan gihìştim welaté xwe.
Nuha li Amedé, di nav mileté xwe da me.
Yén bwazin kanin li WhatsAppé xwe bigihìnin min

Piştì hesreta 10 salan gihìştim welaté xwe. Nuha li Amedé, di nav mileté xwe da me. Yén bwazin kanin li WhatsAppé xwe bigihìnin min
account_circle
Zinarê Xamo-زنارێ خامۆ(@ZinareXamo) 's Twitter Profile Photo

Tirkiyê, di îndeksa sefaletê, hejariyê da Venezuela jî derbas kiriye, derketiye rêza 5´a.Dibê meriv serok û berpirsiyarên Tirkiyê pîroz bike.
Li gorî îndeksa welatên herî hejar, herî feqîr Tirkiye di rêza 5´a da ye. Êdî Tirkiye jî bûye hevalê Haîtî,Sûdan, Sûriye yê.
Pîroz dikim!

account_circle
Zinarê Xamo-زنارێ خامۆ(@ZinareXamo) 's Twitter Profile Photo

Xwediyê Weşanxana Avesta  Abdullah Keskîn û xwediyê Weşanxana Nûbiharê Suleyman Çevîk qala zahmetiyên beşdarbûna Fûara Kitêban a Hewlêrê kirine.
Abdulah Keskîn: Çûna ser Marsê ji beşdarbûna Fûara Kitêban a Hewlêrê hêsantir e. zinarexamo.blogspot.com/2024/04/abdula…

account_circle
Zinarê Xamo-زنارێ خامۆ(@ZinareXamo) 's Twitter Profile Photo

Dibêjin,di birinca xwe da ji kevirên reş netirse,ji kevirên sipî bitirse.
Yanî ji diminê eyan,beyan,eşkere netirse,ji xayinên hundur mala,yên baş xuya nabin bitirse. Dijmin berbiçav e,meriv nas dike,lê naskirina dijminê ne xuya zor e.
Û yên mala me şewitandine ev kevirên sipî ne.

account_circle
Zinarê Xamo-زنارێ خامۆ(@ZinareXamo) 's Twitter Profile Photo

-Her însan hêrs dibe, ev ne tiştekî zor e, rehet e. Lê tam di wextê da, tam bi qasî hewce ye, tam di zemanê wê da, tam di ciyê wê da û tam di usûla wê da hêrsbûn ne di qudreta her kesî da ye, ne jî hêsa ye.
///Arîsto

account_circle
Zinarê Xamo-زنارێ خامۆ(@ZinareXamo) 's Twitter Profile Photo

Serê mîha
Di telewîzyona Swêd da min belgeseleke li ser jineke gundî, şivan temaşe kir. Navê programê ” Fårbonden i Lofoten” e, yanî gundiya li gundê Lofoten.
Li ser gotinek xweş zinarexamo.blogspot.com/2024/04/li-ser…

account_circle
Zinarê Xamo-زنارێ خامۆ(@ZinareXamo) 's Twitter Profile Photo

Ez zanim her roj bi nivîsa çend rêzan, meqaleyek, du meqaleyan kurdî karekî pir mezin nakim, bi van nivîsên min Kurdistan azad nabe.
Ev ji min tê, kanim xîçekî, kuçekî bavêjim ji neyar da wiya dikim.
Ji bo ku li dijî kê me, hevalê kê me were zanîn.

account_circle
Zinarê Xamo-زنارێ خامۆ(@ZinareXamo) 's Twitter Profile Photo

Xwezî dijminên me hewqasî ne zalim û xedar bûne, xwezî hewqasî ne bêûjdan û ji medenîyetê ne bêpar bûna. Ewê him ji bo wan, him jî ji bo me baştir bûye.
Şer jî, aştî jî bi însanên medenî, kamil ra rehettir e.

account_circle
Zinarê Xamo-زنارێ خامۆ(@ZinareXamo) 's Twitter Profile Photo

Qedrê ebê di baranê da tê zanîn. Her tiştek li gorî xwe qîmeteke xwe heye, tu tiştê bêqîmet tune ye. Lê carnan însan vê yekê dereng fêr dibin.
Qedrê ebê di baranê da tê zanîn zinarexamo.blogspot.com/2024/04/qedre-…

account_circle
Zinarê Xamo-زنارێ خامۆ(@ZinareXamo) 's Twitter Profile Photo

Kompîtoran gelek kar rehet kirine, textîlo ji tunebûnê çêtir bû, lê ne tu alet bû.
Kompîtor aleteke muhteşem e, lê gelek fonksîyonên ne hewce, fuzûlî têda hene.Min gêj dike. Xwezî basîttir bûya, ji bo min ewê baştir ba.

account_circle
Zinarê Xamo-زنارێ خامۆ(@ZinareXamo) 's Twitter Profile Photo

-Beybûn, kulîlkeke xweşik e, narîn e, mutewazî ye, ne pozbilind e, di halê xwe da ye. Lê bêsitrî ye, nikane xwe biparêze. A ev e şaşiya wê.
Keriyê bêkûçik, bêşivan qûtê gura ye.

account_circle